Em ê qîma xwe bi daxuyaniyan neyînin; Bila bi Birêz Ocalan re were axaftin!’

Buroyê Hiqûqê ya Sedsalê, OHD, TUAD û HDP’ê bi civînekê xwestin ku bi lezginî bi Ocalan re hevdîtin pêk were. Di civînê hate gotin, ew ê qîma xwe bi daxuyaniyan neyênin û divê li Îmraliyê hevdîtin pêk were.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAD) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD)  daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Di civînê de hate xwestin, parêzer, endamên malbatê yan jî şandeyeke serbixwe biçim Îmraliyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku piştî hewldana darbeyê li ser ewlekariya jiyana wî fikare hene, ziyaret bikin.

ÇÎÇEK: BILA KES NE LI BENDÊ BE KU EM BI DAXUYANIYAN QÎMA XWE BÎNIN

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Çîçek got, ‘’Dema ku mirov tehdîda piştî hewldana darbeyê li ser  sîstemê çêkirî hesab bike, mîsogeriya wê heye ku tehdîdeke mîna vê li ser Birêz Abdullah Ocalan yê li Îmraliyê û miwekîlên me yên din pêk neyê? Em dipirsin; li atmosfereke wiha ku ewlekariya serokkomarê dewletê jî hedef tê girtin, ewlekariya jiyanê ya Birêz Ocalan heye? Jixwe piştî darbeyê di medyayê de nûçe hate çêkirin ku digot, ‘’yek ji hedefa darbekaran jî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bûye, ku li Girtîgeha Îmraliyê ye.’’

Çîçek got, ‘’her çendî nûçeyên ku dibêjin rewşa tendirustiyê ya Ocalan baş e werin serwîskirin jî, bila kes ne li bendê be ku em bi agahiyên wiha ne rasterast qîma xwe bînin.’’ Û wiha dom kir: ‘’ Ku em bi devê rayedarên desthilatdariyê biaxivin, li atmosfereke wiha ku ‘’şebekeyên îxanetê’’ zîtirkan davêjin, em baweriya xwe çawa û bi kê bînin? Kesên ku karîn têkevin navenda Beştepeyê, biryargeha Serekerkaniyê, pêkan e ku nikarin têkevin Îmraliyê?’’ Çîçek, ‘’Ji bo vê jî, weke ku me gelek caran dubare kirî, ji bo ku em ji ewlekariya jiyanê ya miwekîlê xwe Birêz Ocalan û miwekilên din ewle bin, divê ji me parêzeran, endamên malbatê yan jî şandeyek serbixwe bi lezgînî biçe Îmraliyê û hevdîtinê pêk bîne.’’

Çîçek got, di serî de meseleya Kurd ku bi pêngaveke demokrasiyê bersiv neyê dayin ji bo pirsgirêkên sereke siyaseta statûkoparêz û ne xweyî çareseriyê ku bi salan e xwe dubare dike, wê di nav atmosfera darbeyan de xwe bigevizîne.

Çîçek bang li hemû sazî û kesan ên alîgirê çareseriyê ne kir û got beriya ku dereng bikeve, heya ku der barê Ocalan de agahiyeke rast û teqez were standin têkevin nav liv û tevgerê û got, ‘’serkeftî wê ne darbe û darbekar bin lê wê ew kes bin ku yekîtiya demokratîk ya bawerî û gelan diparêzin.’’

ERBAŞ: KU PÊVAJOYA BI PÊŞ BIKETA WÊ HEWLDANA DARBEYÊ NEBÛYA

Hevserokê Bajêr ê Stenbolê yê HDP’ê Dogan Erbaş jîg ot, ji hêla saziyên medyayê yên nêzîkî AKP’ê ve ji bo ku şîlotiya agahiyê pêk bînin roja darbeyê, gotin leşkeran xwestine biçine Îmraliyê got, ‘’Nirxandineke Abdullah Ocalan a ku di vê mijarê de dayî di çapemeniyê de derketibû’’ Erbaş gotina Ocalan a ku gotî, ‘150 metro wêdetirê min darbekar hene’’ bi bîr xist. Erbaş, ‘’gotibû heke pêvajoya çareseriyê bi pêş nekeve, wê mekanîka darbeyê sazkar bibe. Li gorî me jî, heke pêvajoya çareseriyê bi pêş biketa ne wê ev hewldana darbeyê pêk bihata û ne jî niha me yê encamên neyênî yên vê darbeyê em ê biaxaftana.’’

RECEPOGLU: BI BIRÊZ OCALAN RE BILA HEVDÎTIN DEST PÊ BIKIN

Rêveberê TUAD’ê Şule Recepoglu got: ‘’Weke her kesê ku li Tirkiyê dijî gelê Kurd jî aştî û demokrasiyê dixwaze. Em dibêjin divê ev daxwaza di ser guh re neyên kirin. Li gor me rêya ku wê bibe aştiyê ew e ku muzakere dîsa werin destpêkirin û ji bo vê jî divê bi Birêz Ocalan re hevdîtin dest pê bikin. Recepoglu bi bîr xist ku binpêkirina mafan û tecrîda beriya 15’ê Tîrmehê jî hebûna û got, ‘’ Biryarnameyên di hikmê qanûnan de ku îro bi Rewşa Awarte derdixin û pê re tecîra ku li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan û girtiyên siyasî, beriya 15’ê Tîrmehê jî hebûn. Îro ji hêla qanûnan ev hate rewakirin.’’

ESKÎ: NIKARIN ME HÎN BIKIN

Endamê OHD’ê Veysî Eskî got: ‘’Pergala hevdîtina parêzeran ya li Îmraliyê ya beriya darbeyê, bi biryarnameyên ku ku piştî darbeyê hatin derxistin, ji bo darbekaran jî hate sazkarikirin. Ango dewletê bi vê gava xwe qebûl dike ku li Îmraliyê heya niha hiqûqeke rewşa awarte hebûye.’’

Eskî diyar kir, biryarnameya ku piştî darbeyê hatî derxistin pêşî li Îmraliyê hatiye sazkarkirin. Eskî bal kişande ser wê ku biryara arasteyî Îmraliyê ya ku Hakîmtiya Înfazê ya Bursayê, biryareke wiha ye ku Rewşa Awarte jî li pey xwe dihêle û got, ‘’li dijî rûmeta miroahiyê ye ku mirov hemû ragihandin û hîkarbûna bibire.’’

Eskî her wiha got, nûçeyên ku digotin leşkerên darbekar dibe ku berê xwe dabine Îmraliyê bi zanebûn hatine belavkirin û gotin, biya wan sedem ew e ku li ser îhtîmaleke ku êrîşeke fizîkî bi ser Ocalan de bibe, ew dixwazin raya giştî ji niha ve hîn bikin.