Nerazîbûnên li hemberî mîtînga UETD a li Kolnê zêde dibin

Erdogan û dûvikên AKP'ê yên li Ewropayê dixwazin roja Yekşemê li Kolnê mîtîngê lidar bixin. Hêzên çep û sosyalîst li dijî vê mîtîngê banga çalakiyan kirin. Siyasetmedarên ji partiya desthilatdar jî dixwazin çalakiya AKP'ê bê qedexekirin.

Dûvika AKP'ê ya li Ewropayê Yekîtiya Demokratên Tirkiyeyî li Ewropayê (UETD) di bin navê 'mîtînga demokrasiyê' de dixwaze roja Yekşemê li bajarê Koln ê Elmanyayê çalakiyê lidar bixe. Di serê de demokat, gelek siyasetmedarên Elman li dijî vê mîtîngê derdikevin.

Li dijî vê çalakiya AKP'ê, ku di bin navê 'demokrasiyê' de dixwaze polîtîkayên xwe yên dîktatoriyê bimeşîne, baskên ciwanan ên partiyên Elman banga çalakiyê kirin.

Nûnertiyên Kolnê yên baskê ciwanan ê Partiya Sosyal Demokrat Jusos, rêxistina ciwanan a Partiya Keskan Grune Jugend û rêxistina ciwanan a Partiya Çep Linksjungend, banga lidarxistin çalakiyên dijberî vê mîtîngê kirin. Her wiha rêxistina ciwanên Partiya Demokratên Azad (FDP) a li deveyî meclîsa federal Julis jî banga xwepêşandaneke dijber kir.

Li hemberî vê çalakiya AKP'ê, Partiya Elman a Marksîst Lenînîst (MLPD) banga çalakiya protestoyî kir. Tevgear bi navê Pro NRW ya rastgiriya tund jî ragihand, ku ew ê xwepêşandaneke cuda lidar bixe.

Partiya Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) a bi serokatiya Serokwezîr Angela Merkel, qedexekirina mîtîngê xist rojeva xwe. Parlamenterê CDU Wolfgang Bosbach diyar kir, azadiya xwepêşandanan nayê wê wateyê ku pirsgirêkên li Tirkiyeyê derbasî Elmanyayê bikin û ragihand, li hemberî rûdana çalakiyên şîdetê, dibe ku saziyên pêwenîdar biryara qedexeyê bidin.

'YÊ DIXWAZE TEVLÎ SIYASETA NAVXWEYÎ YA LI TIRKIYEYÊ BIBE, DIKARE BIÇE TIRKIYEYÊ'

Sekreterê Giştî yê CDU Andreas Scheuer jî got, "Cihê meseleyên polîtîka navxweyî ya Tirkiyeyê li xaka Elman nîne" û alîgirên AKP'ê hişyar kir. Scheuer ji Spiegelê re axivî û got, "Kî dixwaze tevlî siyaseta navxweyî ya li Tirkiyeyê bibe, dikare bi hêsanî welatê me biterikîne û vegere Tirkiyeyê."

SPD: XWEPÊŞANDAN CIHÊBÛNÊ KURTIR DIKE

Berdevkê Koma Meclîsa Federal a SPD'ê nerazîbûn nîşanî mîtînga dûvika AKP'ê UETD dixwaze lidar bixe da û diyar kir, xwepêşandan dikare cihêbûna navbera Tirkiyeyiyên li Elmanyayê kûrtir bike.