Ji KCK’ê banga xurtkirina têkoşînê
KCK: Di salvegera darbe û êrîşên bi ser giyanê 7’ê Hezîranê û armancên wê de, em bang li hemû gelê xwe û hêzên demokrasiyê dikin ku li dijî desthilatdariya AKP’ê û navendên faşîst têkoşînê geş û gur bikin.
KCK: Di salvegera darbe û êrîşên bi ser giyanê 7’ê Hezîranê û armancên wê de, em bang li hemû gelê xwe û hêzên demokrasiyê dikin ku li dijî desthilatdariya AKP’ê û navendên faşîst têkoşînê geş û gur bikin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî Rewşa Awarte ya ku AKP’ê û Qesrê ragihandî daxuyanî da û got, ‘’Gelê Kurd û Tevgera me ya Azadiyê li hemberî êrîşên giran ên ku 24’ê Tîrmehê ve li dar e, li ber xwe dane û bi rêjeyekî bilind pêşî li armancên faşîzma AKP’ê û hevkarên wê girtine, ku pêşbiniya pêkhatina wê dikirin. Rûyê rasteqîn ê deshilatdariya AKP’ê derxistine holê û zemîna têkoşîna demokratî a hevpar a li dijî AKP’ê pêk anîne.’’
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, di ser şer re ku ji hêla dewleta Tirk ve di 24’ê Tîrmehê de dayî destpêkirin û geş kirî û bi xwe re mirina bi sedan sivîlî, 500 gerîla û 2500 leşker û polês anî û bi dehan bajar û bajarokên Kurdistanê hilweşandî salek derbas bû. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir, weke rewşeke trajîk derbasî dîrokê bûye ku ev şer piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê pêk hatiye, ku hêvîya demokratîkbûnê geş bûbû û pê de çû, ‘’Weke di dîrokê de rû dayî, ên ku di meseleya Kurdan de ne xweyî polîtîkayeke çareseriyê ne, berê xwe dane wê ku daxwazên Kurdan ên li ser azadiyê û demokrasiyê biçewisînin. Mêtingeriya qirker ku dît Kurd ne tenê li Bakur lê her wiha lli Rojava, Başûr û Rojhilat xurt bûne, ji bo vê bihêzbûna Kurdan biçewisîne, bi hemû hêzên faşîst ên li Tirkiyê re hevkarî daniye û li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê êrîşeke giran bi rê ve birine.’’
Hêzên faşîst ku dîtin di 7’ê Hezîranê de Kurd û hêzên demokrasiyê bi hev re tevdigerin, pêşî bi komkujiyên Pirsûs û Enqerê, êrîş biriye ser bihevrebûna gelên Tirkiyeyê. Bi vî awayî ji xwe re kiriye armanc ku hêzên li dijî xwe qels bike. Şerê ku piştî hilbijartina 1’ê Kanûnê li dijî gelê Kurd bi awayekî ku di dîroka Tirkiyê de bi vê asta tund nehatibû dîtin, bi wê armancê bûye ku rewatiyeke ji bo şer bînin. AKP bi vî şerê ku bi hevkarên xwe yên faşîst re armac kiriye ku vîna Kurdan bişkîne, Tevgera Azadiyê tasviye bike û pergala xwe ya otorîter a hegemonîk serdest bike. Ji bo vê jî êrîşeke wiha bi rê ve biriye ku bûye sedema mirina bi sedan sivîlî û hilweşîna gelek bajaran.
Tiştên ku bi êrîşa giştî ya 24’ê Tîrmeha 2015’an bûyî, pêkhatina plana têkşikînê ya beriya bi salekê bûye. Ji bo vê jî, bêyî ku bikevin dudliyekê weke ku plana têkşikînê dayî ber xwe sivîl hatine kuştin, bajarên Kurdan bi tang, top û bi her cure çekên giran ên konvansîyonel hatine kavilkirin. Li ser navê asayîş û ewlekariya cameweriyê bajar hatine qaf û kun kirin, gel jî di bin van êrîşaên giran de hatiye koçberkirin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniyê de diyar dike, desthilatdariya AKP’ê ji bo ku van êrîşên giran bi rê ve bibe û zextên ji derve û hundir ve ya di vê atmosfera êrîşan de werin, bêbandor bike, rê li ber hêzên faşîst vekiriye û bi desteke bê kêmasî xwestiye ku van êrîşan bi encam bike û dibêje, ‘’ Ji bo vê jî însîyatîveke wiha ku bikaribe her cure zilmê bike û şerê qirêj bi rê ve bibe daye hêzên bi navê POH û JOH’ê. Ji bo ku ev şervanên gemarî neyên darizandin, bi awayekî ku li ti devera dinyayê nehatiye dîtin zirxê parastinê li wan kirine. Tenê derxistine qanûneke bi vî rengî jî diyar li xwe mikur hatin wê ye ku şerekî qirêj û dijî mirovahiyê tê meşandin. Jixwe komkujî û hilweşîna ku li ber çavê hemû dinyayê pêk hatî, bi awayekî çipiltazî nîşan daye ku ev şer çawa bi sûcên şer ê mezin hatiye birêvebirin.
‘RÊBER APO JI BO DARBEYÊ DENGÊ XWE LI WAN KIRIBÛ’
AKP, di ser dijminatiya Kurdan re çawa ku hevsengên polîtîkaya Tirkiyê ya derve xira kiribe, li hundir jî li ser dijminatiya Kurdan û hêzên demokrasiyê dubendî ava kiriye û polîtîkaya hundir xitimandiye, hê wêdetir jî bi hêzên din ên siyasî re rewşa şerê navxweyî pêk aniye. Di rewşeke bi vî rengî de, di nav artêşê de beşek jê ku li ser çaresernebûna meseleya Kurd derketî û arîşeyên hundir û derve ji xwe re kirî hêncet, derfeteke wiha rehet ji xwe re dîtiye ku darbeyê birêxistin bike. Ji ber ku darbe ne di nav sîstema fermanbariyê de pêk hatiye, encex bi dîtina atmosfera rêxistinkirina û zemên pêkan bûye. Ha ev derfet û zeman di bin desthilatdariya AKP’ê de dîtine ku di şerê dîjî Kurdan de her cure însîyatîf dabû wan. Tespîta Rêber Apo ku digot, heke meseleya Kurd çareser nebe wê mekanîka darbeyê sazkar bibe careke din rast derketiye.
Berhema berbiçav a şerê qirêj a desthilatdariya AKP’ê ku digot min berxwedana Kurd têk biriye û Tevgera Azadiya Kurd qels kiriye, bûye darbe. Naxwe li ti devera dinyayê kavilkirina bajaran, bi darê zorê bê cih û war kirina bi gel a ji berê ve û çikilandina alayê wê weke serkeftinên neyê dîtin. Berevajî vê, şerekî bi vî rengî yê li dij gel ji bilî têkçûn û îflasa polîtîkayên sazkar pê ve nayê ti wateyeke dî. Mêtingeriya qirker êrîşên bi hişkî şikandina vîna Kurdan û beralîkirina Tevgera Azadiya Kurd daye ber xwe lê berxwedanên li qadên xwerêveberiyê ev êrîş têk birine. Vîna azadiyê ya Kurdan, berxwedana gel, bi berzkirina berxwedanê ya şervanên şehîd, berbiçavbûna serkeftina jiyana azad û demokratîk, ji hêla dîroka têkoşîna azadiya Kurdan ve tê wateya asteke nû. Deshilatdariya AKP’ê bi şerê psîkolojîk ê ku pir dişixulîne, her çendî derewa teswîyekirina Tevgera Azadiya Kurd bike jî, helwesta ku gelê me li dijî desthilatdariya AKP’ê nîşan dayî û têkoşîna ku Tevegera Azadiyê dide bi awayekî berbiçav nîşan dide ku armancên bê yok ên AKP’ê li ber avê çûne.
Ev şerê ku desthilatdariya AKP’ê bi rê ve dibe, çawa rewşeke ku hêzên dixwazin bibin desthilatdariya hegemonîk bi darbeyê derkeve holê bi xwe re anîbe, şerê ku li dijî Kurdan û hêzên demokrasîxwaz dike û dubendiya ku ava kiriye jî, pêdiviyeke wiha derxistiye holê ku têkoşîn were geş û gurkirin ku desthilatdariya AKP’ê têk bibin. Divê were gotin, ji bo ku hêzên demokrasiyê nekarîn mudaxeleyî siyasetê bikin derketiye holê. Amadekirina danezaran darbeyê ya darbekaran a li ser rexnekirina polîtîkayên hemû partiyan a li ser polîtîkayên hundir û derve, nîşan dide ku darbekar ji bo valahiya siyasî binirxînin ketine nav liv û tevgerê.’’
‘DARBEKAR PIRSGIRÊKÊN GIRAN BI GEL DANE JIYÎN’
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir, ti hênceteke darbeya leşkerî bê şik û guman nîn e, darbekarên ku arîşeyên civakî û siyasî ji xwe re dikin hêncet, wê arîşeyên girantir ji bo civakan bînin û berdêlên mezin bi wan bidin jiyîn û ev tişt di dîrokê de hatiye çespandin û wiha pê de çû, ‘’Lê rexnekirina polîtîkayên ku rê li darbeyê vedikin, diyarkirna gavên polîtîk ên ku pêşî li darbeyên nû bigirin jî peywira her kesî ye ku li hemberî gelên me xwe berpirsyar dibînin.
Sibeha ku darbe bûyî me bi daxuyaniya xwe helwesta xwe nîşan dabû. Lê darbeya pêkhatî ji ber ku bi şer re ku li dijî gelê me tê meşandin têkildar e, ji bo têkoşîna piştî niha ya ku wê gelê me û Tevgera Azadiye bide, girîng e ku rewşa tundkirina şer, sedema darbeyê û rewşa piştî darbeyê were vegotin.
Di dîroka Tirkiyê de ji darbeyan herî pir Kurd û hêzên demokrasiyê hîkar bûne. Ji bo vê jî Kurd û hêzên demokrasiyê her dem dijî darbeyan bûne û bi têkoşîna xwe bûne xweyî risteke diyarker ku bi têkoşîna wan re kultureke siyasî ya dij darbeyê derbikeve holê. Di sernekeeftina darbeyê de, li hemberî hewldana darbeyê di tevgerandina çapemî û derdorên siyasî de ya bi destê AKP’ê, bandora vê kultra dijî darbeyê bûye sedemeke girîng.
Darbe, di rastiya xwe de,li gel ku ji kêmasiya demokrasiyê derketiye holê jî, ragihandina Rewşa Awarte ku bi piranî wê li dijî Kurdan û hêzên demokrasiyê were bikaranîn, nîşan dide ku têkoşîneke di navbera du hêzê hegemonîk ên otorîter de ye, ku aliyek jê darbe û aliye dî jî desthilatdariya AKP’ê ye ku xwe wekî dijberê darbeyê nîşan dide.
Bikaranîna darbeyê ya bi mebesta çewisandina hemû hêzên demokrasiyê û Kurdan, bi veşartina karekterê xwe yê faşîst û otorîter nîşan dide bê ka desthilatdariya AKP’ê xweyî polîtîka û hişmendiyeke çawa ye. Ragihandina Rewşa Awarte nîşan dide bê ka êrîşên ku ji 24’ê Tîrmehê ve hatine gurkirin hatiye rewşeke nû. Ji bo vê jî divê were dîtin ku hişmendî û armanca ku yasaya Rewşa Awarte ragihandî û hişmendî û armanca ku ji 24’ê Tîrmehê ve şer gur kirî û rê li ber darbeyê vekirî heman tişt e û derketina li dijî Rewşa Awart û têkoşîna li dijî wê divê weke peywireke demokratîk û şoreşger were dîtin.
Tê zanîn ku hişmendiya 24’ê Tîrmehê çi zilm û komkujî bi serê gelê me û gelên me de anî. Komkujiyên Pirsûsê û Enqerê, qetilkirina sivîlan a li qadên berxwedanê yên xwerêveberiyê, şewitandin û kavilkirina bajaran bi temamî encama polîtîkayên van hêzên dijî Kurd û demokrasiyê ne. Ji bo vê jî hemû hêzên demokrasiyê û gelên me hem li dijî Rewşa Awarte û hem jî li dijî êrîşên bi vî rengî rawsetin.
‘RAGIHANDINA REWŞA AWARTE NÎŞAN DA BÊ KA AKP WÊ KÎJAN POLÎTÎKAYÊ BIMEŞÎNE’
Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê li dijî êrîşên giran ên ji 24’ê Tîrmehê ve li ber xwe daye û bi rêjeyeke bilind rê li ber girtiye ku AKP û hevkarên wê yên faşîst bigihijin armancên xwe. Rûyê rast ê AKP’ê derxistiye holê û zemîna têkoşîna hevpar a li dijî AKP’ê pêk aniye. Lê desthilardariya AKP’ê bi bikaranîna hewldana darbeyê tişta ku bi şerê 24’ê Tîrmehê bi dest nexistî, bi ragihandina Rewşa Awarte ya bi hênceta darbeyê dixwaze bi dest bixe. Bi Rewşa Awarte ya ku pştî hewldana darbeyê hatî ragihandin, armanc dike ku zext û zordariya li ser gelê Kurd û hêzên demokrasiye bêhtir xurt bike. Piştî darbeyê li şûna ku ji hêla demokrasiye ve gavan bavêje, ragihandina Rewşa Awarte, nîşan dide bê ka AKP w êli ser kîjan rêyê polîtîkayan sazkar bike û sepanînên çawa li dar bixîne.
Ev rasteqînî kiriye mecbûriyetek ku li Tirkiyê eniya herî berfireh a demokrasiyê were avakirin. Ji bo vê jî pir girîng e ku gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên ku li dijî faşîzma AKP’ê li ber xwe didin, li derdora bernameyeke demokrasiyê, li ser zemîna hevkariya demokratîk yekîtiya têkoşînê derxînin holê. Di salvegera darbe û êrîşên bi ser giyan û armancên 7’ê Hezîranê de ku yekîtiya gelên me û bêrikirina demokrasiye vedibêje, em bang li hemû gelê xwe û hêzên demokrasiyê dikin ku li diî desthilatdariya AKP’ê û navendên faşîst têkoşînê geş û gur bikin û Tirkiyeyeke wiha demokratîk ava bikin ku careke dî darbe lê nebin.’’