TEV-DEM: Li hemberî êrîşan em ê bêhtir li nirxên şoreşê xwedî derbikevin

Piştî êrîşên bi ser Qamilo de ku 35 kes jiyana xwe dest da TEV-DEM’ê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin, li hemberî êrîşan wê yekitiyê xurt bikin û xurtir xwe li dor nirxên şoreşê bipêçin.

Di daxuyaniya bi îmzeya Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê de tê diyarkirin, êrîşa li Qamişlo êrîşeke bi ser hemû nirxên etîk ê mirovahiyê de ye, hêzên ku planên wan li Rojava îflas kirine, bi rêya çeteyan ev komkujî pêk anîne.

Di daxuyaniyê de tê gotin, ev hêz ti demê wê bi ser nekevin, ‘’ Gelê me li hemberî van komên terorîst ên dijminê mirovaihiyê û hêzên piştevanên wan wê bersiva herî îdeal bi xurtkirina yekîtiya xwe û bi hişk bi xwepêçana li nirxên şoreşê wê bersivê bide.’’

TEV-DEM’ê ji bo malbatên kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane sersaxî da û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê xwest û ji gel xwest ku destekê bidine saziyên ewlekariyê û di rewşên gumanbar de bil ezgînî agaihiyên bigihînin hêzên Asayîşê.