KNK'ê komkujiya li Qamişloyê bi tundî şermezar kir

KNK'ê komkujiya li Qamişloyê şermezar kir û bang li hemû hêzên Kurdistanî, gelê Kurdistanê û dostan kir, ku xwedî li Şoreşa Rojavayê Kurdistanê derkevin.

Konseya Rêveber a KNK’ê der barê komkujiya li Qamişloyê de daxuyaniyeke nivîskî da û komkujî bi tundî şermezar kir. KNK'ê rehmet ji wan kesan re xwest ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku çeteyên li dijî mirovahiyê, danê vê sibehê li Qamişloyê êrîşeke xwînxwar û komkujiyeke mezin li hemberî gelê sivîl pêk anî û hat gotin, "Li Rojavayê Kurdistanê, li Qamişloyê ev êrîş ne ya pêşî ye. Van xwînxaran bi vî rengî gelek êrîşên wiha pêk anîne. Êrîşa mezin 25.06.2015’an, li bajarê Kobanê pêk hat û bi sedan kesî jiyana ji dest dan. Her wiha di Newroza 2015’an  de dîsa li Hesekê, êrîşî pîrozbahiyên Newrozê kirin û bi dehan kes bûne qurbanî. Herî dawî di 5’ê vê mehê şeva cejna Remezanê de, li bajarê Hesekê êrîşek weke vê xwînxwar çêbû bû û gelek kes bûbûn qurbanî."

Di daxuyaniyê de tê gotin çeteyên xwînxwar ne rojên pîroz, ne însaniyetê, ne mirovatiyê, ne Îslamiyetê, ne dîn û Xwedê nas nakine û hurmeta wan ji ti nirx û baweriyan re nîne, bi nav dîn derketibin jî ew ne dîndar, ne mirov û ne jî misilman lê çepel û qatil in.

Her wiha di daxuyaniyê bal tê kişandin ser têkiliya DAIŞ û AKP û tê gotin, bi desteka AKP’ê, Qetarê û hin hêzên din ên herêmê çeteyên DAIŞ’ê heta roja îro hatine. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji roja pêşî û heta niha êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Rojavayê Kurdistanê, bi xwestin û bi desteka hikûmeta AKP'ê pêkhatine û heta niha dewam dikin."

Di daxuyaniyê de komkujî bi tundî hat şermezarkirin û ev bang hat kirin: "Em bang li hemî hêzên Kurdistanî, gelê Kurdistanê û dostên mirovatiyê dikin ku xwedî li Şoreşa Rojavayê Kurdistanê derkevin û berxwedana wan a pîroz destek bikin."