Li Yewnanîstanê seferberiya ji bo Ocalan dewam dike
Seferberiya ku li Yewnanîstanê ji bo Ocalan hatibû destpêkirin bi hemû leza xwe dewam dike. Kurdistaniyan, îro Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ziyaret kirin.
Seferberiya ku li Yewnanîstanê ji bo Ocalan hatibû destpêkirin bi hemû leza xwe dewam dike. Kurdistaniyan, îro Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ziyaret kirin.
Kurdistaniyên ku li Yewnanîstanê dijîn, bi biryardariya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine seferberiyê bi çalakiyên bê navber dewam dikin. Di vê çarçaovê de Meclîsa Gel a Yewnanîstanê biyara rêze çalakiyan girtine, piştî ku kampanyaya îmzayan a roja Dûşemê ji bo CPT’yê dayî destpêkirin û şûn de îro jî bi awayekî girseyî Rêxistina Efû’yê ya Navneteweyî ziyaret kirin.Kurdistaniyên ku bi girseyî nûnertiya Yewnanîstanê ya Rêxistina Efû’ya Navneteweyî ziyaretkirin, bi rayedaran re civiyan û daxwazên xwe anîn ziman.
‘AKTORÊ BINGIHÎN Ê AŞTÎ Û BIRATIY YE’
Yusuf Sariz piştî ziyarta di navbera çalakvan û rayedaran de axîvî û wiha anî ziman: “Xeta sor a gelê Kurd jiyan û azadiya Ocalan e. Niha me ti agahî ji Rêbetiya xwe negirtiye. Daxwaza me ji bo we; şert û mercên ku Rêbertiya me li nav de dijî ji bo tevahî cîhanê rabigihînin. Tecrîda li li ser tê meşandin bê tehşîrkirin. Ji bo azadiya Ocalan divê hûn bikevin nava tevgeran. Ji ber ku ew atorê bingihîn ê aştî û biratiya gelên li Rojhilata Navîn de dijîne.”
Nûneran jî da zanîn ku dosyayên ku radestî wan hatine kirin wê ragihînin navendên xwe û tişta ku bikeve ser milê wan wê bikin. çalakî bi tilîlî û dirûşman bi dawî bû.
Meclîsa Gel a Yewnanîstanê, bang li hemû Kurdistaniyan kir ku beşdarî çalakîya rûniştinê ya ku roja Înê wê li pêşiya Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê bê li dar xistin.