Li hemberî Komeleya Aramî-Suryanî ya li Swêdê êrîşa çekdarî

Komeleya Aramî-Suryanî ya li herêma Norsborg a li Stockholmê, pêr bi şev bû hedefa êrîşeke çekdarî. Êrîşê xisar li eşya û avahiya komeleyê kir.

Di şeva Sêşemê saet di 23:00 de, yek ji endamên komeleyê bi rêya telefonê li polîsan geriya û got, ji ber êrîşeke çekdarî camên avahiya komeleyê şikestine.

Polîsên li komeleyê dest bi lêkolînê kirin, dema dîtin kalorîfer parçe bûye, ket nava gumana ku teqînekê rû daye. Di encama lêkolîna teknîkî de derket holê, ku kalorîfer ji ber teqînê parçe bûye. Li gorî nûçeyên medya herêmê de hatin weşandin û li gorî daxuyaniyên hin endamên komeleyê, polîsan parçeyên bombeyê li komeleyê dîtine.

Şefê Polîsên Başûrê Stockholmê Mîkael Tornblom da xuyakirin, ku xisara li komeleyê ji ber teqînê rû daye, lê ew ê nikaribe piştrast bike bê li lolakê parçeyên bombeyê hatine dîtin yan na.

Serokê Federasyona Suryaniyan Habîb Dîlmaç, Serokê Federasyona Ciwanên Suryanî-Aramî Jonathan Varli û Serokê Komeleya Aramî-Suryanî ya bû hedefa êrîşê Samîr Rhawî daxuyaniyeke hevpar weşandin û diyar kirin, ew ê serî li ber êrîşan netewînin û xebatên xwe mîna berê bidomînin.

Beriya niha bi çend mehan jî, Komeleya Ciwanan a Aramî-Suryanî ya li navçeya Sodertalje ya Stockholmê ji aliyê kesên nediyar ve hatibû şewitandin.