KCDK-E ji bo meşa li Bîelefeldê banga tevlîbûnê kir
KCDK-E, ji bo meşa li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê, ku di salvegera duyemîn a komkujiya Şengalê de eroja 30'ê Tîrmehê tê lidarxistin, banga tevlîbûnê li hemû Kurd û dostên wan ên li Elmanyayê kir.
KCDK-E, ji bo meşa li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê, ku di salvegera duyemîn a komkujiya Şengalê de eroja 30'ê Tîrmehê tê lidarxistin, banga tevlîbûnê li hemû Kurd û dostên wan ên li Elmanyayê kir.
Di daxuyaniya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) ya li ser mijarê de hat bibîrxistin, beriya niha bi du salan, ji ber komkujiya li Şengalê ya ji aliyê DAIŞ'ê ve hat kirin, bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin û hat gotin, "Ev zilma li pêş çavên tevahiya cîhanê hat kirin, rûreşiya mirovahiyê ye, ku em ê ti carî ji bîr nekin."
KCDK-E da xuyakirin, ku di 30'ê Tîrmehê de wê li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê bi pêşengiya Tevgera Jinê çalakî bê lidarxistin û banga tevlîbûnê li Kurdan û dostên wan kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em bang li tevahiya gelê xwe, saziyên şoreşger û demokrat dikin ku tevî me beşdarî vê meşê bibin. Ji bo şermezarkirina komkujiya Şengalê û rabûna li ber darbeyên sivîl û leşkerî, em dakevin meydanê."