Ji bo Mogherînî û Jahland nameyeke vekirî
Bi dehan parlamenterên Parlamentoya Ewropayê (PA) û akademîsyenan gotin, bi hênceta hewldana darbeyê ya li Tirkiyeyê, hewl tê dayin ku muxalefet bi çewisandinê were bêdengkirin.
Bi dehan parlamenterên Parlamentoya Ewropayê (PA) û akademîsyenan gotin, bi hênceta hewldana darbeyê ya li Tirkiyeyê, hewl tê dayin ku muxalefet bi çewisandinê were bêdengkirin.
Parlamenter û akademîsyenan ji Yekîtiya Ewropa û Konseya Ewropa (KE) xwestin ku mafên di serî de Kurd, kêmar û piştî darbeyê beşên civakî ku ‘’bi kêfî’’ têne girtin an jî mafê wan ji wan tê standin, biparêzin.
Ji Nûnerê Paya Bilind ê berpirsê Karê Derve yên Yekitiya Ewropayê Federîca Mogherînî û Sekreterê Giştî yê KE’yê Thorbjorn Jagland re nameyeke vekirî hate nivîsîn û hate xwestin ku dengê xwe li hikûmeta AKP’ê were kirin ku hewldana darbeyê ji xwe re weke fersendê bi kar tîne.
Di nameyê de tê gotin, piştî darbeyêpolîs, leşker, mamoste, dadger û dozger ji peywirê têne girtin an jî lîsansên wan têne betalkirin, gelek akademîsyên ku li dijî şerê li Kurdistanê derdikevin û heqê Kurdan diparêzin rastî êrîşan tên û li ser wan polîtîkayên çewisandinê têne şixulandin.
Komîserê Yekîtiya Ewropayê yê ku ji rabûnê berpirsyar e Johanne Hann, di nameyê de dibêje, di navbera gelek jêderkan de yek ramaniyek heye ku ‘’Lîsteya kesên ku têne girtin’’ ji beriya darbeyê hatiye amadekirin û her wiha qedexe li ser bi milyonan karmend û xebatkarên dewletê hatiye dayin ku nikarin derkevin derveyî welêt.
Di nameyê de bal tê kişandin ser kêferata Serokkomarê Tirk Erdogan ku dixwaze îdamê dîsa bîne û ji ber ku Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê ji bo demekê hatiye rawestandin fikarên xwe aniye zimên.
Parlamenter û akademîsyenên ku name îmze kirine, diyar dikin ku ew li dijî darbeyên leşkerî ne ên bi ser pergala demokratîk in û tasfîyeyên li dijî mafê mirovan ên gerdûnî ku hikûmeta Tirk ên piştî hewldana darbeyê pêk anîn jî têne mehkûmkirin.
Di nameyê de ku ji bo Nûnerê Paya Bilind ê berpirsê Karê Derve yê Yekitiya Ewropayê, Federîca Mogherînî re û ji Sekreterê Giştî yê KE’yê re hatî nivîsin, bang li wan tê kirin ku bi hûrbînî tiştên ku li Tirkiyê dibin bişopînin. Di nameyê her wiha tê xwestin ku kesên ku bi darbeyê re ne têkildar in û bi kêfî hatine binçavkirin serbest werin berdan.
BAL KIŞANDIN SER ZEXTÊN LI SER HDP’Ê
Di bangawaziyê de ku ji hêla endamên PA’ê, akademîsyen û hihûqnasan ve hatibû îmzekirin, bal tê kişandin ser biryara ku rakirina destlênedanê ya li ser wekîlên HDP’ê û li hemberî darizandina ku wê ji vê biryarê derkeve jî nerazîbûn hate nîşandan.
Di nameyê de tê gotin, hikûmet hewldana darbeyê ji bo ku muxalefetê biçewisîne û êrîşê bibe ser mafê kontrolkirina pêkanîna bi rêya demokratîk weke fersendekê bi kar tîne û gotina Erdogan ku digot, ‘’Darbe ji bo me xêrek e ku ji hêla Xwedê ve ji bo me hatiye’’ tê bibîrxistin.
DIVÊ DÊHNA ME LI SER ŞERTÊN KURDAN Û KÊMARAN BE
Di bangawaziya ji bo Federîca Mogherînî de hate xwestin ku dêhna wan li ser Kurdan û kêmarên li Tirkiyê be.
Di bangawaziya ji bo Sekreterê Giştî yê KE’yê de jî tê gotin, bila dengê xwe li hikûmeta Tirkiyê bikin da ku li gorî Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê, heqê jiyanê, heqê darizandina dadmend û hemû protokolan biçe ku mirov ji girtinên kêfî diparêze.
Di nameyê de tê xwestin peymana penabaran a ku di 18’ê Adarê de di navbera Tirkiyê û YE’ê de hatiye danîn were betalkirin û tê xwestin ku Tirkiye ji statûya ‘’welatên ewle’’ yên ji bo penaberan werer derxistin.
Parlamenterên ku nameya ji bo Federîca Mogherînî û Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Thorbjorn Jagland îmze kirine ev in :
Barbara Spînellî, Albena Azmanova, Etîenne Balîbar, Seyla Benhabîb, Sophîe Bessîs, Hamît Bozarslan, Sûsan Bûck-Morss, Judîth Bûtler, Claûde Calame, Joseph H. Carens, Maeve Cooke, Vîncent Dûclert, Dîdîer Fassîn, Erîc Fassîn, Shelley Feldman, Mîchael Hardt, Davîd Harvey, Marîanne Hîrsch, Phîlîp Hogh, Jean E. Howard, Jûlîa Koenîg, Elena Loîzîdoû, Sandro Mezzadra, Jennîfer Nedelsky, Rosalînd Petchesky, Îlarîa Possentî, Mary Louîse Pratt, Lynne Segal, Vîcky Skoîmbî, Celine Spector, Yanîs Varoîfakîs, Frîeder Otto Wolf, Vladimîro Zagrebelsky, Françoîs Alfonsî, Brando Benîfeî, Jose Bove, Nîcola Capûto, Fabîo Massîmo Castaldo, Fabîo De Masî, Karîma Dellî, Pascal Dûrand, Jose Inacîo Farîa, Eleonora Forenza, Marîa Teresa Gîmenez Barbat, Ana Marîa Gomes, Tanîa Gonzalez Penas, Yannîck Jadot, Benedek Javor, Eva Joly, Josû Jûarîstî Abaînz, Jîde Kîrton-Darlîng, Stelîos Koûlogloû, Merja Kyllonen, Patrîck Le Hyarîc, Paloma Lopez Bermejo, Lorena Lopez de Lacalle, Marîsa Matîas, Stefano Maûllû, Marlene Mîzzî, Ûlrîke Muller, Javîer Nart, Carolîna Pûset, Mîchele Rîvasî, Sofîa Sakorafa, Elly Schleîn, Helmût Scholz, Branîslav Skrîpek, Jordî Sole, Bart Staes, Darîo Tambûrrano, Mîgûel Ûrban Crespo, Pello Ûrîzar, Ernest Ûrtasûn, Monîka Vana, Marîe-Chrîstîne Vergîat, Jûlîe Ward, Tatjana Zdanoka.