Malperên DÎHA û Ozgur Gundemê dîsa hatin astengkirin

Ev bû cara 43’yan ku malpera înternetê ya DÎHA’yê tê astengkirin. Adresa dawî ya Ozgur Gundemê jî dîsa hate girtin.

Serokatiya Ragihandinê ya Telekomunîkasyonê ya girêdayî Saziya Ragihandin û Teknolojiya Zanyariyê, careke din asteng li pêşiya malpera Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) danî. Ji 24’ê Tîrmehê 2015’an ve, di nava salekê weşana malpera DÎHA’yê 42 caran hate astengkirin. Ajansê herî dawî li ser lînka ‘dihahaber.win’ weşana xwe dikir, lê ev adres jî duh ji aliyê heman saziya dewletê ve hat girtin.

Di biryarê de sedem nehatiye vegotin û tê gotin, "piştî lêkolîna teknîkî û nirxandina hiqûqî ya li gorî Qanûna bi hejmara 5651’ê, li gorî biryara Serokatiya Ragihandina Telekomunîkasyonê ya bi dîroka 26/07/2016 û bi hijmara 490.05.01.2016.-111138’ê ji hêla Seroktiya Wezerata Ragihandin û Telekomunîkasyonê biryara TEVDÎRA ÎDARÎ li ser vê malpera înternetê; (dihahaber.win) hatiye standin."

MALPERA OZGUR GUNDEM JÎ HATE ASTENGKIRIN

Adresa "ozgurgundem1.com" a Ozgur Gundemê jî ji hêla Serokatiya Ragihandina Telekomunîkasyonê ve hate astengkirin. Di biryarê de tê gotin, "piştî lêkolîna teknîkî û nirxandina hiqûqî ya li gorî Qanûna bi hijmara 5651’ê, li gorî biryara Seroktiya Ragihandina Telekomunîkasyonê ya bi dîroka 26/07/2016 û bi hijmara 490.05.01.2016.-111139’ê ji hêla Seroktiya Wezerata Ragihandin û Telekomunîkasyonê biryara TEVDÎRA ÎDARÎ li ser vê malpera înternetê; (ozgurgundem1.com) hatiye standin.’’

Adresa Ozgur Gundemê "ozgurgundembiz.com jî di 1’ê Tîrmehê de hatibû astengkirin