piştî hewldana darbeyê û şûn de “Di çarçoveya Rewşa Awarte biryarnameya têkildarî hikûmeta qanûnî sererastkirina hinek sazî û dezgeyan ên ji bo tedbîrên bên girtin” di rojmameya fermî di laperê duberebûyî de hate weşandin.
Ji Fermandariya Hêzên Bejahî 87 general, 726 efser, 256 berbaz, ji Fermandariy Hêzên Hewayî 30 general, 314 efser, 117 berbaz, ji Fermandariya Hêzên Deryayî 32 amîral, 59 efser û 63 berbaz hatin derxistin.
Di nava orgeneralên ku hatine girtin de orgeneral Adem Hudutî û Akin Ozturk jî di nava fermandarên ku hatine derxistin de ne.
Fermandariya Giştî ya Jendermeyan û Fermandariya Ewlekariya Peranvan, bi Wezîrê Karê Hindir ve hatin girêdan.
18 televziyon, 3 ajansên nûçeyan, 23 radyo, 45 rojname û 15 kovar jî hatin girtin.
Navên televziyonê ku hatine girtin wiha ne: Barış TV, Bugun TV, Can Erzîncan TV, Dunya TV, Hîra TV, Irmak TV, Kanal 124, Kanalturk, MC TV, Mehtap TV, Merkur TV, Samanyolu Haber, Samanyolû TV, SRT TV, Tûna Shoppîng TV, Yûmûrcak TV. Di nava rojnameyên ku hatine girtin de rojnameyên bi navê Tarf, Zaman û Bîzîm Kocaelî jî heye.
Di nava ajnsên ku hatine girtin de Ajansa Nûçeyan a Cîhan, Ajansa Nûçeyan a Mûhabîr û Ajansa Nûçeyan a SEM heye.