Komkujiya Qamişloyê li Ewropayê hat şermezarkirin

Komkujiya duh ji aliyê DAIŞ'ê ve li Qamişloyê hat kirin û 35 kesî jiyana xwe ji dest dan, li gelek bajarên Ewropayê hat şermezarkirin.

Komkujiya duh ji aliyê DAIŞ'ê ve li Qamişloyê hat kirin û 35 kesî jiyana xwe ji dest dan, li gelek bajarên Ewropayê hat şermezarkirin.

KOPENHAGEN

Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û PYD'ê li ber gara trenê ya navendî çalakiye hat lidarxistin. Di çalakiyê de dirûşma "Terorîst DAIŞ" hat qîrîn û bi sedan belavok hatin belavkirin.

DORTMÛND

Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê NCDK û Meclîsa Jinê ya Rozerîn, bi çalakiyekê komkujiya li Qamişloyê şermezar kir. Di vê çalakiyê de daxuyanî hat xwendin û dirûşma "Şehîd Namirin" hat qîrîn.

FREÎBÛRG

Li meydana Rathaûsplatz a li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Ji bo bîranîna kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane qurnefîl hat danîn û find hat pêxistin. Çalakî piştî saetekê qediya.

ZURÎCH

Li bajarê Zurîch ê Swîsreyê, Kurdistanî danê êvarê li kolana Bahnhofstrasseyê li hev civiyan û ji bo şehîdên Qamişloyê deqeyek rêz girtin. Li ser navê PYD'ê axaftin li vir hat kirin û hat gotin, "Gelên me wê li hemberî van êrîş û komkujiyan hîn bêhtir li dora Şoreşa Rojava bicivin û bersiva herî xurt bidin." Di çalakiyê de tim û tim dirûşmên li dijî DAIŞ û AKP-Erdogan hatin qîrîn. Çalakî piştî belavkirina belavokan qediya.

MÎLAN

Kurdistanî û dostên wan ên Îtalî, li bajarê Mîlan ê Îtalyayê bi armanca şermezarkirina komkujiya Qamişloyê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiya li ber Konsolosxaneya Tirk de her wiha işaret bi pêkanîn antî demokratîk ên li Tirkiyeyê hat kirin û hat ragihandin, Tirkiye ber bi dîktatoriyê ve diçe.

HOLLANDA

Li Hollandayê, Konseya Civakên Kurdistanî ya Demokratîk bi daxuyaniyekê komkujiya li Qamişloyê şermezar kir. Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re hat xwestin û ji bo çalakiya li Arnhemê ya ji bo şermezarkirina komkujiyê banga tevlîbûnê hat kirin.

AÛRÎCH

Li bajarê Aûrîch ê Elmanyayê, li ser banga Komuna Ciwanan û Jinan a Viyan, danê êvarê li ber avahiya Şaredariyê çalakiya protestoyî hat lidarxistin. Di çalakiyê de dirûşmên "Kujer Erdogan û DAIŞ" hatin qîrîn. Çalakgeran destnîşan kirin, ku berpirsyar wê hesab bidin.

STOCKHOLM

Kurdistanî duh saet di 21:00 de li meydana Sergel a paytexta Swêd Stockholmê li hev civiyan û li ber wêneyên ji komkujiyê find vêxistin. Di çalakiyê de alên YPG/YPJ'ê hatin hildan û dirûşmên "Piştgirî ji bo Qamişlo", "Komkujiyên li Kurdistanê bisekinînin" hatin qîrîn.

OREBRO

Li navenda bajarê Orebro yê Swêdê, komkujiya li Qamişlo û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin. Tevgera Goran û Asûriyan jî destek dan çalakiyê. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û dosya ji bo azadiya Ocalan hat amadekirin radestî nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û saziyên mafên mirovan hat kirin.

GAVLE

Komkujiya Qamişlo li bajarê Gavle yê Swêdê bi meş û mîtîngekê hat şermezarkirin. Endamên NCDK'ê di çalakiyê de axivîn û bibîr xistin, ku li Rojhilata Navîn hêza yekane ya laîk û demokrat Kurd in. Qisekeran bang li rêxistinên cîhana Rojava kir ku komkujiyê lenet bikin û ji Kurdistaniyan jî xwestin piştgiriya xwe ya ji bo hêzên Kurd ên li Rojava şer dikin zêde bikin.

LI SANDVÎKENÊ WÊ ÎRO ÇALAKÎ BÊ LIDARXISTIN

Li navçeya Sandvîken a li herêma navîn a Swêdê, wê îro ji bo şermezarkirina Komkujiya Qamişlo xwepêşandanek bê lidarxistin. Çalakî wê saet di 16:00 de li navenda navçeyê pêk were û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê banga tevlîbûnê kir.

...