KCDK-E ji bo Qamişloyê banga çalakiyan kir
KCDK-E, li ser êrîşa hovane ya li Qamişloyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga lidarxistin çalakiyan kir.
KCDK-E, li ser êrîşa hovane ya li Qamişloyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga lidarxistin çalakiyan kir.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), li ser êrîşa hovane ya li Qamişloyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga lidarxistin çalakiyan kir.
Di daxuyaniya KCDK-E de hat bibîrxistin, ku di encama êrîşeke hovane ya li bajarê Qamişlo de bi dehan Kurdistaniyan jiyana xwe ji dest dan û ev komkujî weke parçeyek ji qirkirina gelê Kurdistanê hat binavkirin.
KCDK-E bang li gelê Kurd û dostên Kurdan ên li Ewropayê kir, ku vê komkujiya mezin û hovane protesto bkin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku ev komkujiya li Qamişloyê, wê ti carî gelê Kurd ji têkoşîna azadî û demokrasiyê venegerîne û hat gotin, "Her êrîş, vîn û cesareta gelê Kurd xurtir dike û bêhtir bi têkoşîna demokrasî û azadiyê ve girê dide. Em bang li Kurdistaniyan dikin, ku vê omkujiyê şermezar bikin û bi çalakiyên xwe yên demokratîk nîşan bidin ku em bi gelê xwe re ne."