Daxwaza hevdîtinê ya bi Ocalan re hate redkirin
Serlêdana parêzer û malbatan a hevdîtinê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û her 3 giriyên din re carekî din hate redkirin.
Serlêdana parêzer û malbatan a hevdîtinê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û her 3 giriyên din re carekî din hate redkirin.
Firkar û metirsiyên piştî hewldanê ku li Tirkiyeyê hatin jiyîn her ku diçe zêditir dibe. Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ebrû Gunay, Cengîz Yureklî û Emrah Emekçî û xwîşk û birayên wî Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan û birayê Hamîlî Yildirim Potat Yildirim, Omer Hayrî, wasiyê Selahattîn Bîlen Veysî Bîlen û xûşka Veysî Aslan Sebîha Aslan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Dozgeriyê serlêdan di çarçoveya biyara 1. Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê de red kir.
Serlêdana ku ji aliyê malbat û parêzeran ve ji aliyê dozgeriyê ve bi biyara 1.Dadgariya Înfazê ve hate redkirin.Dadgehê di dema Rewşa Awarte de hemû hevdîtinê bi Îmraliyê re 3 mehan hatiye qedexekirin.