Bavê Elvan: Niha ew bi terorîstiyê têne darizandin

Bavê Berkîn Elvan, Samî Elvan, piştî ku Waliyê Berê yê Stenbolê Huseyîn Avnî Mutlu hate girtin, diyar kir, ew ê weke xazî û malbatên Geziyê werin cem hev, ku hewce bike jî wê têkevin nav hewldanan.

Bavê Elvan bi bîr xist, li gel Mutlu Serdozgerê Komarê yê Stenbolê yê wê demê Adnan Çîmen jî ji darbeyê tê darizandin û got, ‘’Dozger Çîmen, pirsek ji şahidê me pirsî bû. Ew jî ev bû; ‘’Li ser Berkî bombe, molotof hebûn?’’

Elvan got, ‘’van ji zarokên min re gotin terorîst, niha jî ew bi terorîstiyê têne darizandin’ û pirsî, ‘’zarokê 14 salî terorîst e yan ên ku ev tişt kirin?’’

Bavê Elvan bi bîr xist, doza ku beriya niha li Huseyîn Avnî Mutlu hatî vekirin bi biryara neşopaniyê bi encam bû û got, ‘’Em ê weke xazî û malbatên Geziyê bêne cem hev. Hûn jî  pê dizanin komeleyeke me heye. Li komeleya xwe bi parêzeran re em ê rewşê binirxînin. Hewce bike em ê dîsa gilî bikin.’’

Bavê Berkîn Elvan Samî Elvan wiha axivî: ‘’Tişta ku kirin wê li wan nemîne. Yek ji berpirsê qetilkirina kurê min ew e. Ez naxwazim navê wan jî di zimanê xwe bigerînim. Ev ê jî berdêlên kirinên xwe bidin. Rojekê dad wê cihê xwe bibîne. Baweriya me heta tu bibêjî bes bi vê heye. Kesê ku fermana kurê min dayî jî wê berdêla vê bide. Got, ‘’ferman min da.’’ Eger ferman te da be, eger fermana kuştina kurê min te da be, tu yê berdêla vê bidî. Ne îro be sibe. Eger em nemirin û li jiyanê bimînin em ê vê bibînin. Heya dawî em ê doza xwe ya hiqûqê bimeşînin. Huseyîn Avnî Mutlu, ji Dîlan Alp re jî gotibû, ‘’terorîst’’ Ez bawer dikim ku li vî welatî nehiqûqî wê derkevin holê. Li ku derê komkujiyek hebe wê berdêla vê were dayin.’’