Serlêdana parêzerên Ocalan a biryara tevdîrê ji hêla Dadgeha Destûra Bingehîn hate redkirin.
Piştî hewldana darbeyê fikarên têkîldarî tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde bûn. Li ser vê parêzeran bi daxwaza biryara tevdîrê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) dan, lê dadgehê bersiva neyênî da.
Dadgehê wek hincet jî got, “biryara tevdîrê dema talûkeyek cîdî li ser jiyanê an jî yekparebûna madî an manewî hebe tê dayin, lê ji ber ev serlêdan ne di vê çarçoveyê de ye pêdivî bi biryara tevdîrê nîne…”
‘FIKARÊN ME ZÊDE DIBIN’
Ji parêzerên Ocalan Rezan Sarica diyar kir ku ev talûkeya li ber çavên tevahî cîhanê ji hêla Dadgeha Destûra Bingehîn nayê dîtin, li beramberî vê nerazîbûn nîşan da, got biryara redê ya dadgehê jî ji aliyê wateya hiqûqî jî ne mimkûn e. Parêzer Sarica, ev gotin,
“Têkîldarî Giravê nûçeyên ku fikarên me hê zêdetir dikin jî hatin weşandin. Sepanînên bi salan û îro kiryarên tecrîdê ya herî giran bûyî jî ji bo yekparebûna madî û manewî ya muwekîlê me tehdîd e, lewre ne mimkûn e ku ev biryara redê ya dadgehê bê fêmkirin. Pir eşkere ye ku nêzîkatiyek polîtîk heye û li gor HMME û Destûra Bingehîn tevnagerin. Vê biryara redkirinê û biryara redkirina di serdema qedexeyên derketian derve de, heman biryar in. Vê biryara ku huqûqê fesx kiriye, dibe sedema domandina tecrîdê. Lê belê em dê li dijî vê biryarê serî li mekanîzmayên navneteweyî bidin. Heta hevdîtina bi Birêz Ocalan re pêk bê û heta bê zanîn ku şert û mercên ewleyiya û tenduristiya wî baş in, dê ev şik û gumanên me her hebin."