Med Nûçe ji bo Nisêbînê weşaneke taybet dike

Piştî Cizîr, Sûr û Geverê Med Nûçe vê carê ji bo Nisêbîniyan kampanya "Xwedîderketina malbatan a li hev" dide destpêkirin. Di vê çarçoveyê de wê îro êvarê saet di 18:00 de weşaneke taybet destpê bike û heta nîvê şevê dewam bike.

Piştî Cizîr, Sûr û Geverê Med Nûçe vê carê ji bo Nisêbîniyan kampanya "Xwedîderketina malbatan a li hev" dide destpêkirin. Di vê çarçoveyê de wê îro êvarê saet di 18:00 de weşaneke taybet destpê bike û heta nîvê şevê dewam bike.

Siyasetmedar, hunermend, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û malbatên malên wan xera bûne wê beşdarî vê bernameya taybet bibin û banga alîkariyê bikin. Li ser twîtterê jî wê bi hashtag a #NisebineKardesAile destek ji vê kampanyayê re bê dayîn.

Bi rêya vê kampanyayê, wê malbatên dixwazin xwedî li malbatên Nisêbînî derkevin, desteka xwe eşkere bikin. Her malbateke dildar, wê li gorî derfetên xwe yên madî kirêya malbatekê yan jî mesrefên wan ên mutbexê, bide.

Televîzyona Med Nûçe weşana taybet a bi heman rengî ji bo Cizîr, Gever û Sûrê kiribû û bi sedan malbatan eşkere kiribûn ku ew ê xwedî li malbatan derkevin û alîkariya madî bidin.

Di van weşanên taybet de nûnerên KCK, KNK, KCD-E, NAV-DEM, Heyva Sor, CÎK, rojnamevan, hunermend û nûnerên gelek saziyan hem li studyoyê amade bûn hem jî bi rêya telefonê beşdar bûbûn û banga alîkariyê kiribûn.

Malbatên dixwazin xwedî li malbatan derkevin û alîkariyê bidin, dikarin bi rêya telefonê beşdarî bernameyê bibin.

Ji bo vê pêwendiyê jî nûmarayên telefonê bi vî rengî ne:

00 32 53 64 12 46

00 32 53 68 00 22

00 32 53 68 39 46