Êrîşên li dijî Elewiyan encama polîtîkayên dewletê ne
Serokê Komaleya Çanda Pîr Sûltan Abdal a Amedê Cafer Kolûman êrîşên li dijî Elewiyan wek parçeyek polîtîkaya dewletê ya naguhere nirxand, ji bo derbaskirina kaosa li welat jî banga avakirina bloka demokrasiyê kir.
MELEK YUKSEL
AMED
şemî, 6 gelawêjê 2016, 07:04
Ji îlana Komara Tirk û vir ve ji bo Elewiyên ku wek pêdiviyek polîtîkayên dewletê tê cihêkirin, li derve tên hiştin, bi qetlîam û asîmîlasyonê re hevrû têne hiştin, di roja me de jî tiştekî ku guherî nîne. Elewîtî ya ku hê jî ji hêla rayedarên fermî yên dewletê wek bawerî nayê dîtin, hewl tê dayîn ku wek hedefek komên paşverû bê tepisandin.
Serokê Komaleya Çanda Pîr Sûltan Abdal a Amedê Cafer Kolûman têkîldarî polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê ya li ser Elewiyan bersiv da pirsên ANF’ê.
Hûn polîtîkaya Elewiyan a AKP’ê ku bi waadên wekheviya beşên cuda desthilatdarî bi dest xist çawa dinirxînin, li gor we desthilatdariya AKP’ê li gor desthilatdariyên beriya xwe bû xwedî polîtîkayek cuda?
Dema ev partiya bi gotinên demokrasiyê û waadên çareseriya pirsgirêka Kurd hate ser desthilatdariyê, heyecanek cîdî bi gelên Tirkiyeyê girt, lê bi demê re hêrsa wan a desthilatdariyê derket, AKP’e vegeriya eyarên xwe yên eslî, li ser zîhniyeta dewleta kevneşoperest a xwe dispêre olê ma. Jixwe li welatê me ku polîtîkaya Tirk-Îslam bi giranî tê meşandin, hikûmeta AKP’ê wek amûrekî siyasetê olê bi kar tîne, di serî de Kurd û Elewî, domahiya desthilatdariya xwe her beşên civakê kir mexdûrek. Dema mirov van giştî li ber çavan digire jî, ne polîtîkayên Elewiyan, em dibînin ku rêbazên van polîtîkayan guherîne. Tê zanîn asîmîlasyon bixwîn e û bêxwîn e. Hikûmeta AKP’ê wek cudahiya ji hikûmetên beriya xwe jî rêbaza asîmîlasyonê ya bêxwîn li beramberî Elewiyan bi kar anî.
Eger bê bîra we, sala 2009’an di bin navê ‘vekirina Elewiyan’ de komxebatên Elewiyan rêkûpêk kirin. Ev ji bo Elewiyan kelecanek mezin çêkir, heta temamî sazî û komaleyên Elewiyan tevlî çend komxebatan bûn. Lê, tevî ewqas destek û hêviyan jî bi demê re hate fêmkirin ku ev komxebat ji bo asîmîlasyonê ne û me jî li hember vê nerazîbûnên xwe anîn ziman. Bi taybet dema Okkeş Kenger (Paşnavê xwe piştre kiriye Şendiller) ê ku qatilê Elewiyan e û di qetlîma Gurgumê de sûcdarê yekem e, dawetî 6. Komxebatê kir, ev bû nîşane ku di vê polîtîkayê de ne samîmî ne.
Her wiha, yek ji parçeyê plana asîmîlasyona bêxwîn jî sîstema 4+4+4 a ku sala 2012’an xistin meriyetê û dersên olî yên mecbûrî ne. Me berê dixwest ev dersên olî yên mecbûrî ji sîstemê bên rakirin, bi sîstema navborî re dest jê berde rakirina dersên olî yên mecbûrî vê gavê dersên din ên olî lê zêde kirin. Jixwe me di domahiya dîroka Komarê de di milê baweriya xwe pirsgirêkên mezin dîtine, îro jî wek berdewama van pirsgirêkan hewl tê dayîn ku dersên mecbûrî yên olî bidin zarokên me. Em vê rewşê bi ti awayî qebûl nakin.
Dema em van tevan didin ber çavan jî em dibînin ku desthilatdariya AKP’ê di polîtîkaya Elewîtiyê de rehmê li desthilatdariyên berê tîne.
Piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê di bin navê ‘nobeta demokrasiyê’ de girseyên paşverû daxistin kolanan û di serî de Elewî ber ser serê beşên muxalîf dan. Dema ev bûyer tên bîra we fikarên we çêdibin?
Di serî de ne darbeyê leşkerî ne jî sîvîl û ne jî encamên van darbeyan em qebûl nakin. Heta di bin qalikê demokrasiyê de ev êrîşkariya ku li ser ên ji wan cuda pêk tînin em bi ti şêwazî qebûl nakin. Gotin hewldana darbeya leşkerî û gel daxistin kolanan. Dema beşên muxalîf bangek bi vî awayî dike yên dadikevin kolanan wek terorîst, ên ku ev bang kirine jî wek serterorîst îlan dikin. Lê dema bi xwe kirin jî yên daketin kolanan bûn welatparêz. Lê, bi gelê kolanan têrê nekir, OHAL jî îlan kirin û darbe di nav darbeyê de pêş xistin û bi temamî pêşî li demokrasiyê girtin. Erê, OHAL derveyî mafên mirovan e, erê dema OHAL’ê jî hedê binpêkirina mafên mirovan nîne, lê divê bi zelalî bê gotin, ji bo gelê herêmê û Elewiyan ti wateya OHAL’ê nîne, ji ber ku Kurd û Elewî demek gelekî dirêj e şertên ji OHAL’ê xirabtir dibînin. OHAL a li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Geverê qat bi qat rêveberiya awarte jî derbas dike. Eger hûn bipirsin em bi fikar in an ne; erê, fikarên me hene. Rewşa welat û êrîşên li ser muxalîfan ku her diçe zêdetir dibin, wek her kesî fikarên me jî zêde dikin.
Belê, herî dawî ji bo welat ji vê kaosê rizgar bibe ji bo beşên demokratîk û hestyar ti bangên we hene?
Eger em bûyerên li Tirkiyeyê li ber çavan bigirin, em dikarin bi awayekî zelal vê bibêjin, welat di nav kaosê de ye û eger ev neyê derbaskirin jî tevahî beşên welêt wê berdêlên gelekî cîdî bidin. Lewre, em wek Elewî me dest bi xebatên avakirina bloka demokrasiyê kirine. Ev xebat wê kengî şênber bibe ne diyar e, lê ji bo di demek kurt de bi encam bibe çi ji destê me bê em ê bikin. Bi vê boneyê ve em bang li tevahî beşên hestiyar dikin ku di bloka demokrasiyê de cih bigirin.