Qirkirina Şengalê li Stockholmê hat şermezarkirin
Qirkirina Şengalê ku beriya niha bi 2 salan ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li hemberî Êzidiyan hat kirin, li meydana Sergel a paytexta Swêd Stockholmê bi xwepêşandanekê hat şermezarkirin.
Qirkirina Şengalê ku beriya niha bi 2 salan ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li hemberî Êzidiyan hat kirin, li meydana Sergel a paytexta Swêd Stockholmê bi xwepêşandanekê hat şermezarkirin.
Di xwepêşandanê de pankarta bi nivîsa “Bila Swêd û Neteweyên Yekbûyî DAIŞ’ê bisekinînin, li Şengalê komkujî heye, bes bêdeng be” hat vekirin. Ji bo bîranîna Êzidiyên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin, find hatin vêxistin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê li ser navê Meclîsa Jinên Kurd-Amara Ferah Bozcali axivî û destnîşan kir, ku çeteyên DAIŞ’ê ji bo Êzidiyan bi temamî ji holê rakin di 3’ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê komkujî kirin.
Bozcali bibîr xist, ku tevahiya cîhanê bi bêdengî li vê qirkirina civaka Êzidî temaşe kiriye û got, hêzên PKK û YPG’ê nehiştin çeteyên DAIŞ’ê komkujiyê bikin, korîdor vekirin û bi hezaran Êzidî ji mirinê rizgar kirin.
Ferah Bozcali da xuyakirin, ku her çend 2 sal jî di ser komkujiyê re derbas bûne hê birînên Şengalê nehatine pêçandin, 3 hezar jinên Êzidî di destê DAIŞ’ê de esîr girtî ne û anî ziman, dewleta Tirk hînê jî destekê dide çeteyên DAIŞ’ê.
Di vê xwepêşandana ku bi qasî saetekê dewam kir de dirûşmên „DAIŞ’ê bisekinînin“, „Destên xwe yên qirêj ji Kurdistanê bikişînin“, „PKK gel e gel em in“, „Ji Ocalan re azadî“ û „Bijî Serok Apo“ hatin qîrîn.