Tirkiye ji bo YE’yê têra xwe ‘’ne giha ye’’ lê muzakere wê berdewam bikin
Bangên hikûmeta Awûsturyayê yên der barê rawestandina muzekereyan ên Yekitiya Ewropayê ya bi Tirkiyê re, di van demên dawî de pirî caran bû rojev.
Bangên hikûmeta Awûsturyayê yên der barê rawestandina muzekereyan ên Yekitiya Ewropayê ya bi Tirkiyê re, di van demên dawî de pirî caran bû rojev.
Tirkiye û Awûstûrya ji hêla dîplomatîk ve hê jî davêjine hev û rageşiya di navberan wan de berdewame. Wezîrê Karên Hundir Sebastîan Kurz peyam da Tirkiyê, da ku ‘’bi pîvan bin’’ Komîsyona Yekitiya Ewropayê jî got Tirkiye ji bo Yekîtiyê Ewropayê hê ne giha ye, lê ew ne li gel wê ne ku muzakereyan bi dawî bikin.
Bangên hikûmeta Awûsturyayê yên der barê rawestandina muzekereyan ên Yekitiya Ewropayê ya bi Tirkiyê re, di van demê dawî de pirî caran bû rojev. Piştî Wezîrê Karê Hundir Kurz, herî dawî dawî duh Serokwezîr Chrîstîan Kern jî bang kiribû ku dawî li muzakereyan were, hêla Tirkiyê jî bi îdayeke çelexwehrî ku digot, ‘nîjatperestî tê kirin’’ bersiv dabû.
Kurz dengê xwe li wezîrên Tirk Mevlût Çavuşoglu û Omer Çelîk kir ku hay ji gotinên xwe hebin. Kurz xwest ku Tirkiye ‘’bi pîvan’’ be.
Kurz herî dawî, piştî ku alîgirên AKP’ê, piştî hewldana darbeyê li Wiyanayê êrîş birin ser restorandeke Kurdan bi gotina, ‘’ê ku bixwaze dikare biçe Tirkiyê siyasetê bike’’ êrîş şermezar kiribû.
TIRKIYE JI BO YEKÎTIYA EWROPA TÊRA XWE ‘NE GIHAŞTIYE’ LÊ MUZEKERE WÊ BIDOMIN
Li gel helwesta Avûsturyayê ku muzekereyên endamtiyê ya Yekîtiya Ewropayê ku bi Tirkiyê re dike ‘’bê wate’’ bibîne jî, ji bo ku daxwaz werin dabinkirin pêdivî bi biryara hevpar a 28 welatên endam heye.
Serokê Komîsyona YE’ê Jean-Claude Juncker têkildarî mijarê daxuyanî da û got, ew ne li gel wê ye ku dawî li muzekereyên li gel Tirkiyê bînin. Juncker, diyar kir wê ti sûda wê nebe ku biryareke yek alî were standin.
Juncker bi bîr xist, biryara rawestandina muzakereyan divê ji hêla hemû welatên endam ve were dayin û got, ‘Niha biya min Tirkiye ji bo YE’yê têra xwe ne giha ye.’’