‘Pêwîstiya me bi çapemeniya azad heye’

Dayikên Aştiyê li pêşiya Amadeyiya Galatasarayê cara 593’emîn kom bûn, vê hefteyê ji bo nûçegihaên Ozgur Gundemê Ferhata Tepe edelet hate xwestin.

Dayikên Şemiyê, ji bo li aqûbeta zarokên xwe bipirsin û kiryarên wan bên darizandin, di lêgerîna xwe yî edaletê ya hefteya 593'yemîn de dubare li Qada Galatasarayê hatin gel hev. Di çalakiya ku pankarta li ser "Kiryar diyar in, winda li kuderê ne" nivîsandî hat vekirin de, wêneyên windayan û wêneyên Rêvebirê DBP'a Şirnexê Hurşît Kulter ê ku hat binçavkirin û ev 72 roj e ti agahî jê nayên girtin hatin hilgirtin.

Di çalakiyê de bo Nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Bedlîsê Ferhat Tepe yê ku di 28'ê Tîrmeha 1993'yan di bin çavan de hat qetilkirin, daxwaza edelatê hat kirin. Di çalakiyê de pêşî Ahmet Cîhan birayê, Suleyman Cîhan ê ku di sala 1980'yî de di bin çavan de hat windakirin axivî. Cîhan balê kişand ser hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê û pêkanîn ku piştî wê xwe dan der.

'PÊDIVIYA ME BI ÇAPEMENIYA AZAD HEYE'

Serokê Giştî yê Sendîkaya Kar-Çapemeniyê ya DÎSK'ê û birayê Hayrettîn Eren ê di derbeya leşkerî ya 1980'î de di bin çavan de hat windakirin, Farûk Eren jî bi bîr xist ku di salên 90'î de gellek rojnameger hatin windakirin û qetilkirin û anî ziman ku gellek xebatkarên Rojnameya Ozgur Gundemê hatin qetilkirin. Eren dest nîşan kir ku pêkanînên kiryar nediyaran herî zêde di demên Rewşa Awarte de xwe didin der û wiha got, "Bi rastî jî çi dibe û ji bo em neyên xapandin pêdiviya me bi rojnameger û çapemeniya azad heye."

'EM DI RÊÇA FERHAT TEPE DE NE'

Edîtorê Rojnameya Ozgur Gundem Gunay Aksoy jî got, bi sala ye ji bo Ferhat Tepe ew li edaletê digerin û ew dizanin ku berpirsiyarê vê, dewlet bi xwe ye. Aksoy wiha got, "Dê Ozgur Gundem di rêça Ferhat Tepe de her heqîqetê vebibêje, lewra rastî kirasê ji hesin e. Me alaya hevalê xwe Ferhat Tepe nexist. Divê kiryarên Tepe bên darizandin."

'DIVÊ EM TÊKOŞÎNA XWE ZEXM BIKIN, DA WAN TÊK BIBIN'

Piştî Aksoy, xwişka Ferhat Tepe; Ayşe Tepe axivî. Tepe bi bîr xist ku dema kekê wê hat qetilkirin rojnamegerekî 29 salî bû û anî ziman ku ev 23 sal e ti tişt neguheriye. Tepe dest nîşan kir ku Ozgur Gundem hîn jî rastî êrîşan tê û wiha got, "Em bi bîranînên êşê yên salên 90'î li Hurşît Kulter digerin. Êşa me yek e û em wê di têkoşîna xwe de mirovên xweşik mezin bikin. Her diçe faşîzm qat bi qat mezin dibe. Divê em jî qat bi qat zexm bibin û mezin bibin, da em wan têk bibin."

'EM wê BINIVÎSIN, BÊDENG NEMÎNIN'

Tepe axaftina xwe bi gotinên Seyfî Tepe yê ku hem pismamê wê û hem jî nûçegîhanê Ozgur Gundemê bû ku di sala 1995'an de di bin çavan de hat qetilkirin, bi dawî kir: "Dema te temaşeyî çiyayên welêt dikir, min tiştên ku te dikirin, dewr girt. Heta ku ez hatim cem te. wê piştî me, gellek mêrxas pênûsê me hilgirin. Em wê binivîsin, bêdeng nemînin."

'TEPE JI ALIYÊ 3 KESAN VE HAT REVANDIN'

Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê Hatîce Onaran ve hat xwendin. Onaran jî diyar kir ku wan Ferhat Tepe yê 23 sal berê di tarîtiyaRewşa Awartede hat windakirin ji bîr nekiriye û wiha got, "Tepe, li navenda Bedlîsê ji hêla 3 kesên bi laserk(bêtêl) yên sivîl ku wek polîs dihatin nasîn, hat revandin. Piştî revandina Ferhat, kesek li bavê wî Îshak Tepe yê ku wê demê Serokê Şûbeya DEP'a Bedlîsê ye, geriyaye û bo wî gotiye, beramberî jiyana kurê te divê rêxistina DEP'ê ya Bajêr bê girtin û her wiha ji wî fîdye jî hatiye xwestin."

'DIVÊ KESÊN TEPE WINDAKIRIN BÊN CEZAKIRIN'

Onaran anî ziman ku li gel hemû israrên malbat û Ozgur Gundemê jî binçavkirina Tepe hatiye înkarkirin û da zanîn ku malbat li Goristana Bêkesan a Xarpêtê rastî bedena Tepe ya îşkencekirî hatiye û wiha got, "Di 23'yemîn salvegera windakirina Ferhat de, em careke din bang li hikûmet û meqamên îdarî, meqamên lêpirsîn û lêgerînê yên navneteweyî dikin da li gor huqûqa mafên mirovan tevbigerin. Û dibêjin divê kesên Tepe qetilkirin bên cezakirin."

Çalakî piştî axaftinan bi dawî bû.