NÛ BÛ

Li Ewropayê çalakiyên ‘’Ji Ocalan re azadî’’ berbelav dibin!

Kurdistaniyên ku li Ewropayê dijîn, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di bin tecrîdeke giran de ye, bi çalakiyan azadiya Ocalan daxwaz dikin. Di çalakiyên duh û îro de hate xwestin ku bi lezgîn bi Ocalan re hevdîtin werin kirin.

Kurdistaniyên ku li Ewropayê dijîn, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di bin tecrîdeke giran de ye, bi çalakiyan azadiya Ocalan daxwaz dikin. Di çalakiyên duh û îro de hate xwestin ku bi lezgîn bi Ocalan re hevdîtin werin kirin.

FREÎBURG

Li Freîbûrg a Elmanya di pêşengitya Meclîsa Jinan a Nûda de, azadî ji Ocalan re hate xwestin.
Çalakî li Kartoffelplatz a li navenda bajarê Freîbûrgê hate kirin. Endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Freîbûrg jî di nav de gelek kesên ku bi piranî jin bûn tevlî çalakiyê bûn. Ber bi navenda bajêr ve meş pêk hat, di dema meşê de ciwanan belavok belav kirin, dirûşmên, ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Ji Ocalan re ji Kurdistan re statû” û ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’ hatin berzkirin. Piştî ku li navenda bajêr li ser navê girseyê daxuyanî hate dayin û deqeyek rêzgirtê girse belav bû.

MANHEÎM

Li Manheîm a Elmanyayê ji bo azadiya Ocalan, li Wassertûrmmê ji bo 2 rojan çalakiya kon hate lidarxistin.
Di çalakiyê de bi sedan belavok hatin belavkirin, bi mebesta ku ji CPT’yê re werin şandin, îmze hatin berhevkirin.
Elmanan jî çalakî bi germî pêşwazî kirin, stranên azadiyê hatin strandin.

HAGEN

Li Hagen a Elmanya Kurdan bi çalakiya kon ya 2 rojî ya ji bo Ocalan azadî xwestin û tecrîdan girankirî ya li ser Ocalan şermezar kirin.
Di çalakiyê de têkildarî tecrîdê agahî hate dayin, belavok, broşûr hatin belavkirin.
Ji welatiyên herêmê jî gelek kes tevlî çalakiyê bûn, hate xwestin ku bi lezgîn li Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin were kirin.
Çalakiya kond ya li navenda bajêr heta sibeha saet 15.00 wê bidome.

BRUKSEL

Li paytexta Belçîk a Brûkselê, di pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Meclîsa Jinan a Şehîd Berîtan, ji bo azadiya Ocalan çalakî hate lidarxistin.
Çalakvanên ku tevlî çalakiya li Meydana Beûrsê bûyin, tîşortên ku li ser wêneyê Ocalan hebûn, li xwe kirin û bi banta reş devê xwe girêdan.
Di çalakiyê de azadî ji Ocalan re hate xwestin, bi çepik û lîlandinan çalakî qediya.

KOPENHAG

Li paytexta Danîmarka ya Kopenhagê bi mebesta şermezarkirina tecrîdê ûsalvegera qirkirina Şengalê çalakî hate lidarxistin.
Li ser konê ku li Meydana Gammel Torvê hatibû danîn, pankarta, ‘’Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’’ û pankartên têkildarî qirkirina Şengalê hatin daliqandin.

Çalakî bi pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Danîmarkayê pêk hat. Di çalakiyê de têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên dawî yên li Kurdistanê bi nivîsî û devkî agahî hatin dayin. Piştî ku tarîtî kete erdê bi sînevîzyonekê bal kişandin ser tecrîdê.

Têkildarî tecrîdê û qirkirinê îro (Şemî) saet 14.00 wê meşek were lidarxistin.

RENNSEN

Li Rennes a Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan û şermezarkirina komkujiya li Qamişlo çalakiya danîna standê pêk hat. Çalakî li Place de la Rêpublîqueyê, bi pêşengtiya CDK’ê û Komeleya Jin a Zînê pêk hat. Di çalakiyê de name ji CPT û Rêxistina Efûyê re hatin şandin.
Li bajêr, her Pêçşem û Înê heta ku ji Ocalan agahî were standin wê çalakî bidomin.

UPPSALA

Kurdistaniyên li Uppsala a Swêdê bi mebesta ku balê bikişînin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên dawî yên li Kurdistanê li Meydana Storatorgetê stand danîn.

Kurdistaniyan rahiştin posterên Ocalan, alên PKK’’ê û belavokên NCDK Swêdê belav kirin.

HILDESHEIM

Kurdistaniyên ku li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê dijîn,çalakiya kon a ji bo azadiya Ocalan dayî destpêkirin dewam dike. Di aktivîteya ku ji aliyê Komîsyona Jinan a Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Hîldesheîm hate organîzekirin de,Qirkirina Şengalê jî hate şermezarkirin.
Kurdên ku azadiya Ocalan xwestin, bal kişand ser êrîşên AKP’ê û çeteyên DAIŞ’ê û ev peyam da “Ji bo betlaneyê neçin Tirkiyeyê ve.”
Di çalakiyê de daxwazkirin ku qedexeya ku li ser PKK’ê bê rakirin û girtiyên siyasî bên berdan.

Çalakiya kon her roja Înê di saet 14:00 heta 19:00’an de li Dêra Jakobî tê lidar xistin.

 

...