Ji Amedê 48 girtî wê bên sirgûnkirin
TUHA-DER'ê daxuyand ku ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê 48 girtî wê bên sirgûnkirin
TUHA-DER'ê daxuyand ku ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê 48 girtî wê bên sirgûnkirin
Piştî îlankirina OHAL'ê li girtîgehên Sîncan, Wan û Sêrtê 296 girtî hatin sirgûnkirin, li Girtîgeha Tîpa D a Amedê biryara sirgûnkirina 48 girtiyan hate derxistin. Diyar TUHA-DER Şaxa Amedê daxuyand ku di nav de girtiyên nexweş Înayet Mete, Îsmaîl Tuzun, Îsmet Ayaz, Îzet Turan, M. Emîn Ozkan, Adnan Yalçin û Halîl Guneş hene bi tevahî 48 girtî ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sirgûnî Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê wê bên kirin. Hate diyarkirin ku wê ji van girtiyan 24 girtî îro bên sirgûnkirin û 24 girtiyên din jî di 8'ê Tebaxê roja duşemê bên sirgûnkirin.
Têkildarî sirgûnkirina 48 girtiyên ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê bên sirgûnkirin û binpêkirina mafan a li ser girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê dimînin Hevserokê Diyar TUHA-DER Şaxa Amedê Cahît Demîrkiran axivî û li hember van pêkanînan bertek nîşan da. Demîrkiran destnîşan kir ku di rojên dawî li ser girtiyan pêkûtî û zext zêde bûne û li gorî agahiyên wan girtiye di nav de girtiyên nexweş jî ku hene wê bi tevahî 48 girtî ji Amedê sirgûnî Dîlokê bên kirin.
'ARMANCA SIRGÛNÊ ŞIKANDINA VÎNA GIRTIYAN E'
Demîrkiran anî ziman ku dixwazin bi van sirgûnkirinan vîn û rêxistina girtiyan ji hev pArçe bikin û wiha got: "Bi vê sirgûnkirinê dixwazin jiyan girtiyan komûn ji holê rakin û wan ji malbata dûr bixin ku têkilî neyên danîn. Bi van pêkanînên li dijî girtiyan malbatan ceza dikin. Armanca van sirgûnan a herî mezin jî ew e ku xwedî derketina li girtiyan ji holê rakin."
LI GIRTÎGEHA MELETIYÊ BINPÊKIRINA MAFAN
Demîrkiran di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa girtiyên Girtîgeha Tîpa M a Meletiyê û got ku hemû mafên girtiyên li Meletiyê tên binpêkirin û li hember girtiyan dij hiqûqiyek hatiye destpêkirin. Demîrkiran da xuyakirin ku bi îlankirina OHAL'ê re girtiyên Girtîgeha Meletiyê ji wan re ragihandiye ku hemû mafên girtiyan hatine astengkirin û bi binpêkirina mafan re hevrû mane.
Girtiyên îro ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sirgûnî Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê bên kirin ev in: Înayet Mete, Îrfan Kaya, Îrfan Bazencîr, Îsmaîl Tuzun, Îsmaîl Olmez, Îsmet Ayaz, Îzet Turan, Mehmet Yalçin, Mehmet Akici, Mehmet Ozen, Mehmet Başkurt, Mehmet Uyanik, M. Emîn Ozkan, Şakîr Kardaş, M. Şîrîn Gokdere, Mesut Denîz, Muhamed Bazencîr, Murat Yildirim, Murat Balyecî, Murat Ozkan, Muslum Karadag, Muslum Saruhanli, Naîm Kuçukkaya, Nevzat Ozkan.
Girtiyên di 8'ê Tebaxê roja duşemê wê bên sirgûnkirin ev in: Abullah Kurt, Abdullatîf Çetîn, Adnan Yalçin, Ahmet Beyazadam, Ahmet Gokhan, Alî Taş, Azad Baltaş, Îhsan Dag, Celal Fatîh Baren, Cengîz Duran, Demhat Duran, Denîz Yildiz, Erhan Tugan, Fahrî Aralan, Ferhat Ozgun, Ferhat Alkan, Firat Çelîk, Halîl Guneş, Hamdullah Salman, Hamît Zengîn, Harun Akkul, Hasan Başaran, Îbrahîm Halîl Ercan, Îdrîs Karabag.