Ozyîgît: Pêwîstiya Tirkiyeyê bi herêmên xweser heye
Serokê Giştî yê TDP a Qibrisê Cemal Gursel Ozyîgît diyar kir, Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erodgan dixwaze rejîmeke dîkta ya sivîl ava bike.
Serokê Giştî yê TDP a Qibrisê Cemal Gursel Ozyîgît diyar kir, Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erodgan dixwaze rejîmeke dîkta ya sivîl ava bike.
Serokê GiştÎ yê TDP a Qibrisê Cemal Gursel Ozyîgît diyar kir, Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erodgan dixwaze rejîmeke dîkta ya sivîl ava bike.
Serokê Giştî yê Partiya Demokrasiyê ya Civakîparêz a Bakurê Qibrisê (TDP) Cemal Gursel Ozyîgît ji ANF’ê re axivî.
Ozyîgît ji bo çareseriya li Qibrisê diyar kir, ew Qibriseke federal a ji du civak û du herêman pêşniyar dikin û got, „Di 11’ê Sibata 2014’an de lîderên her du civakan li ber çavdêriya Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyek dan. Tevî vê yekê hin peyman hatin morkirin. Di nava van hemûyan de nasnameyeke navneteweyî ya ji du herêman û du civakan a xwe dispêre wekheviyê, yanî welatîbûna Qibrisê heye. Em qala vê dikin. Lê belê yên îro me bi rê ve dibin, bi zexta Tirkiyeyê dixwazin sîstemeke yek serdestî ava bikin. Yanî dewleteke unîter dixwazin. Bi vê yekê ve neçareserî li gelan tê ferzkirin.“
LI TIRKIYEYÊ ŞEREKÎ NAVXWEYÎ HEYE KU NAV HÎNÊ LÊ NEHATIYE KIRIN
Ozyîgît hatina ser desthilatdariyê ya Erdogan şiband Abdulhamît û diyar kir, Erdogan jî mîna Abdulhamît bi gotina ‚ji her kesî re demokrasî‘ hatiye, lê ji bo avakirina desthilatdariya xwe têkoşiya ye. Ozyîgît got, „Erdogan atmosfereke welê afirand, ku ew 'dixwaze‘ pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Qibrisê çareser bike‘. Em jî di nav de her kesî jê bawer kir. Piştî ku wextek di ser re derbas bû, rastî derket holê. Îro li Tirkiyeyê şerekî navxweyî heye, ku hînê nav lê nehatiye kirin. Li Qibrisê pêvajoya çareseriyê hatiye tevizandin. Erdogan, dibe ku rejîma leşkerî qels kiriye, lê îro bi rengekî vekirî rejîmeke dîkta ya sivîl ava dike. Di her firsendê de welê axivî û wê desthilatdariya Osmanî bîne.“
SIYASETA ‚DIVÊ LI ALIYÊ DIN Ê SÎNOR KÎ HEBE‘ GELEKÎ ŞAŞ E
Ozyîgît da zanîn, ku ji ber nêzîkatiyên olî yên AKP’ê, car carna fikarên li ser desteka wê ji bo DAIŞ’ê tê rojevê û diyar kir, DAIŞ niha li hemberî yên ew afirand şer dike. Ozyîgît polîtîkaya derve ya hikûmeta AKP’ê bi zimanekî tund rexne kir û got, „Nêzîkatiya ‚bila li aliyê din ê sînor ev bibe cîranê min, ew nebe cîranê min‘ gelekî şaş e. Li ser sînor, kengî êrîşek ji aliyê DAIŞ’ê ve tê kirin, yek ser êrîş li hemberî Kurdan tê kirin. Ev nêzîk nerast e.“
DIVÊ DAXWAZA KURDAN A JI BO XWESERIYÊ BÊ NÎQAŞKIRIN
Ozyîgît da xuyakirin, ku li şûna parçekirina dewletê û avakirina dewletên nû, divê sîstemên xweser bên nîqaşkirin û destnîşan kir, ku divê daxwaza Kurdan a xwerêveberiyê were nirxandin. Ozyîgît got, „Eger xwerêveberî, avakirina herêma xweser û cihgirtina li nava yekparebûnê ye, hingî divê were nîqaşkirin. Em jî ji bo Qibrisê heman tiştî dibêjin. Divê dewletên xweser ên Tirk û Rûman hebin, lê li ser van jî sîwanek hebe. Ya ku divê li Tirkiyeyê bibe jî ev e.“
Ozyîgît da zanîn, cewhera xweseriyê xizmetê ji demokrasiyê re dike û got, Şerê navxweyî yê li hemberî vê tê meşandin, şerekî ne rast e û neheq e. Divê li ser bingeha mafên mirovan çareseriyek peyda bibe.“