Li Elmanyayê eyalet dersên Îslamê yên DÎTÎB’ê xistin pey şopandinê

Hikûmeta Eyaletê ya Rheînland-Pfalzê ragihand ku wan muzakereyên bi biwara dersên Îslamê yên ku li DÎTÎB’ê têne birêveberin û li dibistanan dixwazin bidin rawestandine.

Rêveberiyên eyaletan ên Elmanyayê ku demeke dirêj Yekîtiya Îslamê ya Karên Diyaneta Tirk (DÎTİB) weke ‘nerm’’ qebûl dikir, li ser DÎTÎB’ê dijdînin. Ji Rheînland-Pfalzê biryar derket ku hevdîtina plana dersên Îslamê yên ku ji DÎTÎB’ê ve werin dayin, rawestînin, gelek eyalet daxuyaniyên DÎTİB’ê yên ku piştî 15’ê Tîrmehê hatine dayin xistin bin lêkolînê û hinan jî dengê xwe li vê saziyê kirine.

Hikûmeta Eyaletê ya Rheînland-Pfalzê ragihand, wan muzakereyên li gel DÎTİB’ê yên bi mebesta ku dersa Îslamê bidin rawestandine. Serokê Eyaletê Malu Dreyer ku têkildarî hevdîtinên bi DÎTİB’ê û 3 saziyên dînî re axivî, got, ew ê geşedanên piştî 15’ê Tîrmehê yên li Tirkiyê bişopînin.

WÊ LI DAXUYANIYÊN DÎTÎBÊ BINERIN

Li 3. eyaleta mezin a Elmanyayê, Baden- Wurttembergê, ku nifûsa wê 11 milyon e, diyar kir, wê xebatên DÎTİB’ê ku girêdayî Dîyanetê ye û ‘’hevhîkari’’yên ji rêveberiya Tirkiyê tên bişopînin. Wezîrê Çandê yê Eyaletê Susanne Eîsenmann diyar kir, ew ê gotinên DÎTÎB’ê binirxînin.

Eîsenmann diyar kir, vê gavê dibistanên ku dersên Îslamê didin wê ji vê hîkar nebin.

HESSEN BAL KIŞANDE SER PROPAGANDAYA TIRKIYÊ YA DI DERSAN DE

Li hêla din, li eyaleta Hessenê ku ji hêla DÎTİB’ê ve li dibistanan dersa Îslamê tê dayin, dengê xwe kir, ji bo destwerdanên pêkan ên ji aliyê Tirkiyê ve.

Di daxuyaniyê de ku ji hêla Wezareta Çandê ya Eyaletê ve hate dayin, hate gotin, vê kêliyê ti bandora Tirkiyê li ser dersên ku têne dayin nîn e, li hemberî kêferata hîkarkirina mamosteyên li dibistanan û dersan, hate gotin dengê xwe li TÎB’ê kirine. Di daxuyaniyê hate gotin, di rewşeke berevajî vê de, hevkariya bi DÎTİB’ê re wê were bidawîkirin.

Ji eyaleta Nordrheîn-Westfalen ku nifûsa welêt ji pêncan yek jê û ji nifûsa Tirkiyeyiyan ji sê paran yek jê lê dijî jî, heman daxuyanî hate dayin. Hikûmeta eyaletê daxuyaniyên DÎTÎB’ê û ‘destwerdana pêkan a Tirkiyê’’ xistiye bin şopandinê.