Li rojavayê Minbicê depoyek sabotajê ya DAÎŞ’ê hate dîtin
Li navenda bajarê Minbicê operasyona şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê didome, di operasyonan de depoyek sabotajê û teqemeniyên çeteyên DAÎŞ’ê hatin desteserkirin.
Li navenda bajarê Minbicê operasyona şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê didome, di operasyonan de depoyek sabotajê û teqemeniyên çeteyên DAÎŞ’ê hatin desteserkirin.
Di roja 67’emîn a pêngava rizgarkirina Minbicê de ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê 1’ê Hezîranê dabû destpêkirin, çeteyên DAÎŞ’ê derbên giran dixwe.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji sedî 90’ê navenda bajarê Minbicê ji çeteyên DAÎŞ’ê paqij kirine, di rohên bihurî de jî li rojavayê navenda bajêr dema operasyona paqikirinê de depoyek sabotajê û teqemeniyên çeteyên DAÎŞ’ê bi dest xistin.
Li avahiyê jî navendek wek navenda sabotajê dihat bikaranîn derket holê.
Li avahiya ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê xistin kontrolê, gele mayin, amûrên mayinê, topên hewanê, roket, topên cehenemê, teqemeniyên bi patenta TC û cur bi cur madeyên ku ji bo çêkirina madeyên kîmyewî tên bikaranîn hatin dîtin.
Di nav alavan de hêjayî gotinê ye ku teqemeniyên bi tîpa A4 hatin dîtin ku li laboratûaran tên amadekirin.