Walî Mûtlû ne ji ber kuştinên li Kurdistanê lê ji ‘darbekariyê’ hate girtin

Pirsên ku li bendê ne werin bersivandin: Ji ber sûcên ku li hemberî Kurdan, dema ku li Silopyayê peywirdar bû wê dest bi darizandinê bikin? Li gel bîrên asîdê yên li Silopyayê wê ji mirina Ceylan Onkol, Berkîn Elvan û Dîlan Alp were darizandin?

Waliyê berê yê Stenbolê Huseyîn Avnî Mûtlû, ji ber sûcê ‘’endamê rêxistina terorê FETO ye’’ hate girtin. Niha pirsên ku li bendê ne werin bersivandin ev in: Ji ber sûcên ku li hemberî Kurdan, dema ku li Silopyayê peywirdar bû wê dest bi darizandinê bikin? Li gel bîrên asîdê yên li Silopyayê wê ji mirina Ceylan Onkol, Berkîn Elvan û Dîlan Alp were darizandin?

Mûtlû ku ji ber ‘endamtiya FETO’’ hate girtin, pratîka xwe ya pêşî li Kurdistanê nîşan da.

BÎRÊN ASÎDÊ YÊN LI SLOPYA

Mûtlû, salên 1992-1994’an li Silopyayê qeymeqam bû, komkujî bi ser gelê Kurd de anî. Piştre di salên 1994-1997’an de bû alîkarê waliyê Şirnexê.

Li Kurdistanê salên 90’î bedana gelek kesên ku dihatin binçavkirin, diavêtin bîrên asîdê û tune dikirin. Piştî bi salan, dema ku ew bîr hatin vekirin, hestûyên însanan û paçik jê derketibûn.

Dema ku Mûtlû 2005-2007’an li Sêrtê walîtî dikir û dema ku salên 2007-20010’an li Amedê walîtî dikir komkujî û binpêkirinên heqan berdewam kir. Van salan zarokên Kurd dihatin kuştin. Cerdevan jî di dema Mûtlû de dest bi komkujiyan kirin, yek ji van jî 2009’an li Erxeniyê pêk hatibû.

Aydin Erdem jî 6’ê Qanûna 2009’an li Amedê bi guleya polês hate kuştin. Li gorî raporên ÎHD’ê deme ku Mûtlû li Kurdistanê walîtî dikir, di salên 2007-2010’an de bi kêmanî 48 kes ‘bi encama Xetaya Fermî,Sersarî’ hatine kuştin. Di heman salan de li Kurdistanê nêzî 10 hezar kes hatine binçavkirin, nêzî 5 hezar kesî jî hatine girtin. Mûtlû beriya bi 3 salan jî xwedî li komkujiyên xwe yên li ser Kurdan derdikeve û di roportajeke xwe de ku bi çapemeniya AKP’ê re kiribû dibêje, ‘’Li Silopya şer carinan 8-9 saetan dom dikir. Gelek caran ez li panzêrê siwar bûme û çûme.’’

CEYLAN ONKOL

Dema ku Ceylan Onkol 28’ê Îlona 2009’an bi guleyeke hawanê hate kuştin jî Mûtlû Waliyê Amedê bû. Wê demê Ceylan Onkol textikek   li bombeavêja li naverastê  xistibû û di encamê de jiyana xwe ji dest dabû.

Serdozgeriya Amedê jî piştî mirina Ceylan bi sê rojan lêpirsîn dabû destpêkirin û gotibû ji ber teqîna bombeya li araziyê hatiye hiştin û teqîna vê ev mirin çêbûye.

ÎHD’ê jî di rapora xwe de got, dest, pî, paq, milên Ceylan saxlem bûne, ji bedena wê parçeyên şarapnelê hatine derxistin.

Pisporê Tiba Adlî Prof. Dr. Umît Bîçer jî diyar kiribû belgeyên ku piştî mirina Ceylan hatine amadekirin kêm in û got, bêyî mudaxeleya Ceylan bombe teqiyaye.

JI BER KU SÛCÊN LI KURDISTANÊ NAYÊN PIRSÎN

Gelê Kurd Mûtlû nas dikir lê dewlet ji ber ku li ser sûcê li Kurdistanê ranewestiya, raya giştî jî neçar ma ku Mûtlû nas bike. Mûtlû weke di gelek mînakan de jî xuya dibe, ji ber komkujiyên xwe yên li Kurdistanê hate xelatkirin.

DÎLAN ALP

Mûtlû bi daxuyaniya xwe ya 1’ê Gulana 2013’an ya li ser Dîlan Alp ku bombeya xazê birîndar bûbû, rê li ber nerazîbûnan vekiribû. Mûtlû êrîşa bi ser Alp de ya tundiya polêsan bi gotina ‘’endama komeke marjînal e ‘ parastibû.

Gotibû qotiya avê ya di destê Alp de kokteyla molotofê ye.

Huseyîn Avnî Mûtlû bi vê daxuyaniyê xwe hatibû mehkûmkirin ku tazmînatê bide Dîlan Alp.

BERKÎN ELVAN

Berkîn Elvan jî di serdema Huseyîn Avnî Mûtlû de hate kuştin.

Berkîn Elvan, dema Berxwedana Geziyê, 16’ê Hezîranê ji bo ku nan bistîne ji malê derket. Lê bombeya gazê li serê wî xistin. Berkîn demeke dirêj li ber xwe da, 11’ê Adara 2014’an jiyana xwe ji dest da. Di lêpirsîna Berkîn Elvan de hê doz jî nehatiye vekirin. Giliyê malbata Elvan ê der barê Huseyîn Avnî Mûtlû û midûrê polêsan ê wê demê Huseyîn Çapkin ê bi mebesta ku di lêpirsîna Berkîn Elvan de ‘’helkeft astengkirina lêpirsîna adîl û binpêkirina peywirê’’ bi neşopaniyê bi encam bû.