Serokê Giştî yê ÎHD’ê: Gel dikare tecrîda li ser Ocalan rake

Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan destnîşan kir, ku tecrîda li ser Ocalan binpêkirineke giran a mafên mirovan e û diyar kir, li welatên sîstema hiqûqê lê hilweşiya ne, nerazîbûna demokratîk û meşrû ya gel dikare pirsgirêkan çareser bike.

Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan destnîşan kir, ku tecrîda li ser Ocalan binpêkirineke giran a mafên mirovan e û diyar kir, li welatên sîstema hiqûqê lê hilweşiya ne, nerazîbûna demokratîk û meşrû ya gel dikare pirsgirêkan çareser bike.

Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, der barê mijarê de ji ANF’ê re axivî.

Turkdogan diyar kir, wan di nava hefteyê de bi Alîkarê Serokwezîr Nûman Kûrtûlmûş re civînek lidar xistine û di vê hevdîtinê de bi giranî binpêkirina mafên mirovan a piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê nirxandine.

Turkdogan da xuyakirin, ku ji ber serlêdanên li ÎHD’ê hatin kirin, wan di civînê de tecrîda li ser Ocalan xistine rojevê û got, “Min bi awayekî zelal got, tecrîd ne ya qebûlkirinê ye, daxuyaniya Wezîrê Edaletê bi tena serê xwe têrê nake, divê malbat an jî parêzer biçin hevdîtinê bikin. Kûrtûlmûş ev yek li cem xwe not kir. Me jê re got, divê ev mijar ji Serokwezîr re bê ragihandin. Me di civînê de fikarên gelê Kurd ên di vî warî de bilêv kirin.”

RÊVEBERIYEK LI WELÊT NÎNE

Turkdogan destnîşan kir, ev helwesta Tirkiye li hemberî Ocalan nîşan dide binpêkirineke giran a mafên mirovan e û anî ziman, ku ev pêkanîn êdî ji her alî ve neqanûnî ye. Turkdogan got, “Desthilatdarî li gorî ti qanûnê, ti mewzûat û ti pîvanên navneteweyî tevnagere. Lewma rewşeke neqanûnî li holê heye. Ev bêhiqûqî, bêqanûnî bi salan e dewam dike. Pozîsyona siyasî ya Abdullah Ocalan diyar e. Eşkere ye, yekane rêya derketina ji nava rewşa heyî ya welêt, hevdîtinên bi Ocalan re ye. Tevî vê yekê jî eger hîn hikûmet di tecrîdê de israr dike, wê demê nikare Tirkiyeyê bi rê ve bibe. Em di vir de vîna rêvebirina welêt nabînin. Eger hûn dixwazin Tirkiyeyê bi rê ve bibin, divê hûn ji nava krîzê derxînin. Lê eger desthilatdarî rêveberiyê weke kaosê fêm dike, wê nikaribe bi ser bikeve. Ji xwe, eger li welêt rêveberiyek hebûya, wê hewldana darbeyê rû neda.”

BERPIRSYARÊ VÊ TECRÎDÊ KÎ YE?

Turkdogan ragihand, bi qedexekirina hevdîtina bi Ocalan û dewamkirina şer re, welat nikare bê birêvebirin û got, „Tevizandina pêvajoya çareseriyê, rakirina destnedana parlamenteriyê, neçareserî û kaos e. Pêwîste sosyolog û zanyarên siyasetê vê yekê ji gel re baş vebêjin. Rêveberî ev nîne. Desthilatdarî careke din nerêvebirinê tercîh dike. Parlament hatiye tevizandin. Bi biryarnameyên mîna qanûnan re dixwazin her tişta dixwazin bikin. Piştre Serokkomar Tayyîp Erdogan radibe dibêje; ‚Bila  Xwedê me efû bike‘. Bila li qisûrê nenêre, lê li dewletên xwedî qanûn, Xwedê efû nake. Li dewletên xwedî qanûn, cihê nîşandana mafdarbûna xwe, dadgeh in. Madem rexnedayîna xwe dide, bila der barê astengkirina hevdîtinên bi Ocalan re, ku parêzer ev 5 sal in nikarin wî bibînin, rexneya xwe bide. Wê kî hesabê vê bide? Ev mijareke gelekî cidî ye.“

EGER HIQÛQ NEBE, LI ZEMÎNA DEMOKRATÎK, GEL HEYE

Ozturk Turkdogan da xuyakirin, ku di rewşên bi vî rengî de pirsgirêk ji aliyê gel ve tê çareserkirin û wiha dewam kir: „Hûn serî li dadgehê didin, lê encam nîne. Serî li Dadgeha Destûra Bingehîn didin lê encam nîne. Li welatên sîstema hiqûqê lê hilweşiya ye, divê gel bi nerazîbûna xwe ya demokratîk û rewa, pirsgirêkê çareser bike. Eger Tayyîp Erdogan dibêje, hewldana darbeyê li kolanan hat astengkirin, wê demê gelê Kurd jî li ser zemîna demokratîk û rewa bi nerazîbûna xwe ya bêçek û bê êrîşê, dikare vê rewşa neqanûnî ji holê rake. Ti rêyeke din nîne.“

XEBATA JI BO YEKÎTIYEKE NÛ YA HÊZÊ

Turkdogan da zanîn, pêwendiya vê pêvajoyê bi şerê hikûmeta AKP’ê yê li hundir û derve dimeşîn re heye û got, “Rêya rizgariya ji vê yekê, polîtîkayên aştiyê ye. Ji ber şerê li welêt tê meşandin, partiyên qet li hev nediciviyan, li hev kom bûn. Ev rewş ne ji bo xêrê ye. Ji ber ku xwe ji şer xwedî dikin, tifaqê çêdikin. Pêwîste alîgirên aştiyê jî li hev bicivin û bibin yek. Wê di demeke nêz de îlana vê were kirin û di vî warî de amadekarî tên kirin. Xebatek ji bo afirandina yekîtiyeke nû ya hêzê tê meşandin. Yekîtiyeke nû ya hêzê ji bo ked û demokrasiyê ava dibe. Ez bawerim ev yekîtî wê di mijara polîtîkayên aştiyê de bi însiyatîf tevbigere.”