‘Heta ku tecrîd bi dawî nebe mekanîzmeya darbeyê bi dawî nabe’
Rêxistina HDP’ê bajêr li Kadikoyê bi sirûda “Li dijî darbeyê demokrasî, ji bo aştiyê dawî li tecrîda Îmaraliyê bînin” li Kadikoyê li ser rêya Halîtaga daxuyaniya çapemeniyê da.
Rêxistina HDP’ê bajêr li Kadikoyê bi sirûda “Li dijî darbeyê demokrasî, ji bo aştiyê dawî li tecrîda Îmaraliyê bînin” li Kadikoyê li ser rêya Halîtaga daxuyaniya çapemeniyê da.
Di çalakiya ku polîsan rê neda ku pankarta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Îmarlî li ser bê vekirin, peyama ku heta tecrîd bi dawî nebe, dawî li mekanîzma darbeyê nayê.
Ji çalakiyên rêxistina HDP’ê yê navçe û Stenbolê yên ku li 3 nuqteyên cûda bi sirûda “Li dijî darbeyê demokrasî, ji bo aştiyê dawî li tecrîda li Îmarliyê bînin” 2 çalakî li rêya Halîtaga ya Kadikoyê hatine lidarxisitin. Beriya çalakiyê polîsên ku mîna Rewşa Awarte îlan kirine, rê nedan ku pankarta Ocalan û Îmralî ku li ser hatibû nivîsîn veke. Li ser vê yekê girseyê dovîzên mîna “Tecrîd sûce, nebe hevkarê sûc”, “Tecrîd darbeya li hember aştiyê ye, ji darbeyê re na”, “Ji darbeyê re na, dawî li tecrîdê bînin”, “Tecrîd sûce, dawî li tecrîdê bînin” bilind kirin û bi yek dengî dirûşmên “Qasidê aştiyê Ocalan e”, “Bêdeng nebe, qîr bike ji tecrîdê re na” û “Ji darbeyê re na, dawî li tecrîdê bînin” qîr kirin.
BANGA JI BO WEZÎRÊ KARÊ HINDIR DAXUYANÎ BIDE
Di çalakiyê de di serî de endamê PM yê HDP’ê Elîf Bûlût mafê axaftinê girt û wiha got: “Em li vir hem ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nêzîkatiya li hember darbeyê bidin nîşandan kom bûne. Bûlût wiha anî ziman: “Ev saleke ku ti agahî ji Birêz Ocalan nayê girtin, herî dawî piştî hewldana 15’ê Tîrmehê ya ku li Tirkiyeyê pêk hat û li ser daxuyaniya ku li hember Ocalan hewldanekî sekvaniyê pêk bihata ev yek bi xwe re fikar gihande asta herî bilind. Bûlûd diyar kir ku em ê heta dawî li hember her cûre tecrîdê bin û vê yekê qet qebûl nakin. Bûlût bang kir ku divê Wezîrê Karê Hindir bi lezgîn têkildarî rewşê daxuyaniyek bide.
HEWLDANA DARBEYÊ KAREKTERÊ FAŞÎT Ê SIVÎL Ê AKP Û QESRÊ BI LEZKIR !
Piştî Elîf Bûlût daxuyanî ji aliyê Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya navçeya Kadikoyê Selma Dogan ve hate xwendin. Dogan diyar kir ku hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê kerekterê faşîst ê sivîl ê AKP/QESR’ê yê ku her diçe zelal dibe bi lez kir. Dogan destnîşan kir ku li Tirkiyeyê ya ku azadiya çapemeniyê hema hema li ber tinebûnê ye, çalakî û mîtîng tên astengkirin, sazî bê kêr tê kirin û ber bi rejîmekî yek mêriyê ve diçe, êrîşên li hember muxlefetan her ku diçe zêde dibe.
NÊZÎKATIYA LI HEMBER OCALAN PÊŞEROJA DEMOKRATÎK A TIRKIYEYÊ VEDIGERÎNE TECRÎDÊ
Dogan, binî xet kir ku AKP/Qesr bi redkirina mutabakata Dolmabahçeyê, ketina dewreyê ya hewldana darbeyê hilbijart. Dogan wiha pê de çû: “Ev bi awayekî zelal derket holê ku dîroka ku mekanîzma darbeyê 28’ê Sibata 2015’an e. Piştî hevdîtinên li Îmraliyê yên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi heyet, dewlet û hikûmetê û şûn de redkirina Mûtabakata Dolmabahçeyê mekanîzma darbeyê xiste dewreyê.” Dogan destnîşan kir ku tevî van hemû hewldanan jî Ocalan di hevdîtinan de bal kişand ser darbeyê lê AKP/Qesr ji 5’ê Nîsanê ve tecrîdekî girankirî li ser Ocalan dide meşandin û ev yek bi îlankirina Rewşa Awarte re xweste meşrû bike. Dogan wiha anî ziman: “Ev bila bi awayekî zelal bê zanîn; nêzîkatiya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji rewşa nêzîkatiya li hember gelê Kurd derketiye, vegeriyaye tecrîda li hember pêşeroja demokrartîk a li Tirkiyeyê.”Dogan wiha herî dawî wiha axivî: “Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk û pêşeroja Tirkyeyê gava yeke girêdayî başkirna şert û mercên Birêz Ocalan e. Divê bi lezgîn dawî li tecrîda li Îmraliyê bînin û divê bê ku dem bê windakirin bi lez û bez divê rê bê dayîn ku malbat û parêzer bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, divê şert û mercên tendirustiyê bê başkirin.”
Çakakî bi dirûşmên “Qasidê aştiyê Ocalan e.” ve bi dawî bû.