‘Gerîlayê Kurdistanê têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê diyar kir’
Gerîlayên ku Mexmûr ji dagirkeriya çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin, destnîşan kirin ku serkeftina Mexmûrê di paqijkirina Kurdistanê de xwedî rolek diyarker e.
Gerîlayên ku Mexmûr ji dagirkeriya çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin, destnîşan kirin ku serkeftina Mexmûrê di paqijkirina Kurdistanê de xwedî rolek diyarker e.
Gerîlayan ragihandin ku serkeftina 11’ê Tebaxa 2014’an li Mexmûrê li dijî DAÎŞ’ê bi dest xistin, di serî de Kobanê û Şengal ji bo qadên ji hêla DAÎŞ’ê hatine dagirkirin bûye mînak û moralekî mezin daye gel, destnîşan kirin ku bi têkçûna DAÎŞ’ê ya li Mexmûrê êdî DAÎŞ’ê dest bi hilweşînê kiriye.
Gerîlayên HPG, YJA-Star û hêzên asayîşa Mexmûrê yên di operasyona rizgarkirina Mexmûrê de cih girtin, di 2’yemîn salvegera rizgarkirina Mexmûrê de ji ajansa me re axivîn.
DILSOZ: DAÎŞ’Ê XWE LI BER GERÎLA NEGIRT
Gerîlaya YJA-Starê Şîmal Dilsoz: Em komek gerîla ji bo parastina gelê xwe yê li Mexmûrê ji qada Xakûrkê hatin wargeha Şehîd Rustem Cûdî. Dema em hatin jî me dît ku çete ketine Mexmûrê. Gel dest ji Mexmûrê berdabû, tenê hêzên parastinê li girên serwer bi awayekî çalak parastin dikirin. Piştre me pêngavek da destpêkirin û bi ketina me ya wargehê ve çeteyên DAÎŞ’ê dest bi revê kirin. Me DAÎŞ’ê ji qadê dûr xistin. Piştre gel dîsa vegeriya. Heta niha jî ji bo parastina gelê xwe wek gerîlayên HPG’ê em li Mexmûrê bi cih bûne.
DOGAN: HPG’Ê EW NÊRÎNA KU ‘DAÎŞ BIÇE KÛ DIGIRE’ ŞIKAND
Gerîlayê HPG’ê Mazlûm Dogan: Me taktîkê serkeftî yê gerîla ve çete têk birin. Di vê têkoşînê de mîlîs, ciwanên Mexmûrê û pêşmergeyan cih girtin. Ew roj ev roj em ji bo parastina gelê xwe li vir in. Digotin, ‘DAÎŞ diçe kû wir digire’. Lê me li Mexmûr, Kobanê, Şengal, Kerkûk û Rojava dît ku nikarin xwe li cihê gerîla bigirin. Serkeftina Mexmûrê bû mînakek.
ME DI ROJEKÊ DE MEXMÛR JI DEST ÇETEYAN DERXIST
Gerîlayê HPG’ê Delîl Cûdî: Ji bo em çeteyên DAÎŞ’ê ji xaka Kurdistanê bavêjin hatin bajaran. Destpêkê me xwe li girên derdora Mexmûrê bi cih kirin. Piştî em demekê li giran man, me berê xwe da çeteyên DAÎŞ’ê. Bi qabîliyeta şer a HPG’ê ve me di rojekê de Mexmûr ji çeteyan rizgar kir. Piştre jî me dest bi operasyonên paqijkirinê kirin. Me nîşan da ku dagirkirina Kurdistanê ne ewqasî hêsan e. Ji niha û şûn de jî em ê li ser şopa şehîdên xwe bimeşin, rê nedin ti hêzî û gel û xaka xwe biparêzin.
MARAŞ: JI BO ZIRAR NEGIHÊJÊ ME GELÊ XWE TEHLIYE KIR
Endama Asayîşê Xelat Maraş: Çeteyên DAÎŞ’ê ji hêla Mûsilê ber bi Mexmûrê dihat. Ji bo em pêşî li qetlîamên li ser gelê xwe bigirin, me tevdîr pêş xistin. Komek heval ji Qendîlê hatin Mexmûrê. Ev kom jî xebatên çepergirtinê meşand. Êvara 6’ê Tebaxê li gor taktîkê me wargeh tehliye kir. Lê her kesên ku dikarî çek rakira li cem gerîla ma. Pirsgirêka herî mezin cebilxane bû. Çeteyên DAÎŞ’ê bi wesayîtan ve ketibûn Mexmûra Jêrîn. Pêşmergeyên PDK’ê dest ji wir berdabûn û revîbûn. Gel neparastin. Bi mirinê re hevrû hiştin. Lê me bikarîba li gel hev Mexmûr biparasta wê encam hê cudatir bibûya. 8’ê Tebaxê çete ketin wargeha Mexmûrê. Heman rojê berê xwe dan girê ku em lê ne. Li vî girî şer nêzî nîv saetê dewam kir. Ev êrîş hate şkandin. Çeteyên berê xwe dan gir hatin kuştin. Lê şehadeta hevala Denîz çêbû.
GÛYÎ: LI BERAMBERÎ TALÛKEYÊ HÊZÊN BAŞÛR TI TEVDÎR NEGIRTIN
Endamê Asayîşê Aslan Gûyî: Gelê wargehê bi talûkeyek mezin re hevrû bû û hêzên başûr ji bo parastina gel ti tiştek nekirin. Ji ber çi DAÎŞ’ê êrîşî Mexmûrê kir, ji ber çi tehlûke li holê bû û hêz winda bûn, divê ev xal bên ronîkirin. Dema êrîşan de ji bo parastina canê gelê xwe me wargeh tehliye kir. Ev ji bo parastina xaka xwe gavek girîng bû. Gel bi çekên ferdî derket ser giran û li cem gerîla cih girt. Bi hatina gerîla re planên êrîşê yên DAÎŞ’ê tevlîhev bûn. Di çarçoveya van planan, gerîla êrîş kir û DAÎŞ ji kampê derxist.
‘SERKEFTINA GERÎLA JI BO TEVAHÎ IRAQIYAN BÛ MORAL’
DAİŞ’in kamptan çıkarılması bütün Irak halkına büyük bir moral oldu. Herkeste büyük bir coşku ve Derxistina DAÎŞ’ê ya ji wargehê, ji bo tevahî gelên Iraqê bû moral. Di her kesî de coş û moralek mezin çêbû. Gel û gerîlayên me hê jî bi derfetên xwe wargehê diparêzin. Ez jî di vê pêvajoyê de di nav têkoşînê de bûm. Bi paqijkirina Mexmûrê ve gelê me dîsa li wargehê bi cih bû. Jiyana asayî rêkûpêk kirin. Me jî ji bo parastinek hê baştir tevdîr pêş xistin. Me sîstema ewlehiyê xistiye nîzamekê.
MIZGÎN: PAŞGUHKIRINA ŞENGALÊ LI MEXMÛRÊ JÎ ÇÊBÛ
Berpirsê Hêzên Asayîşê Hecî Mizgîn: Ev wargehek sivîl bû ku penaberên siyasî lê dime û di wan rojan de jî çek û mekanîzmayên me yên ewlehiyê yên ji bo parastinê nîn bûn. Gelê Mexmûra Jêrîn a li rex me ye, dema êrîşan de navçe terikand. Mîlîsên me xwestin bi pêşmergeyan re DAÎŞ’ê li wir bigirin, lê dûvre pêşmergeyan jî xwe kişandin. Dema me talîmata tehliyekirina sivîlan girt, me dest bi kar kir. PDK’ê beşek ji gerîlayên ji bo teqwiyeyê hatibûn asteng kir. Lê, dema gerîla gihişt qadê jî bi wê moral û coşê em gihiştên asta hemleyê.
‘HÊZA ME YA DIKARE HER CURE ÊRÎŞÊ BIŞKÎNE HEYE’
DAÎŞ’ê bi hewanan û doşkayan êrîş dikir. Bi plansaziyek demildest ve em ketin nav tevgerê û DAÎŞ’ê rojekê jî li ber xwe neda û reviya. Piştre jî bi hin operasyonan me Mexmûr hê ewletir kir û gel vegeriya. Mesûd Barzanî bi xwe jî hate wargehê, spasiya gerîlayan kir. Nuqteyên kontrolê ku berê di dest pêşmergeyan de bû niha wek hêzên asayîşê em kontrol dikin. Gerîlayan li derdora wargehê tevdîrên ewlehiyê pêş xistine. Hêza me ya dikare her cure êrîşê bişkîne heye.