YAT: 2 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniya YPG’ê ragihand ku Yekîneyên Antî Teror (YAT) li Rojhilatê bakurê Reqayê li dijî nûqteyekî DAIŞ’ê çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê ragihand ku Yekîneyên Antî Teror (YAT) li Rojhilatê bakurê Reqayê li dijî nûqteyekî DAIŞ’ê çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku Yekîneyên Antî Teror (YAT) ) li Rojhilatê bakurê Reqayê li dijî nûqteyekî DAIŞ’ê çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, tevî cenazeyekî çetyan û cebilxaneyên li ser desteser kirin.
YPG’ê wiha anî ziman :” 4’ê Tebaxê di saet 01.45’an de tîmekî taybet a YAT’ê li ser noqtê çeteyan de girtin û çalakiyekî xûrt û bi bandor li dar xistin. Di vê çalakiyê de çeteyekî hate hedefkirin û di operasyonê de şerekî dem kin jî hate jiyîn. Di encama operasyonê de 2 çete hat kuştin û çetekî hedef hatibû girtin tevî çek û termê wî jî hate bi dest xistin. Yekîneyên me bi awayekî sexlam gihiştin baregehên xwe.”