Kesên ku nasên wan ji hêla dewletê ve hatine nebedîkirin, vê heftê jî lêgerîna xwe ya dadmendiyê domandin. Li Amed, Êlih û Îzmîrê li aqûbeta kesên ku hatin nebedîkirin hate pirsîn. Di çalakiya de, Hûrşît Kulter jî hate pirsîn.
AMED
Xizmên kesên ku hatine nebedîkirin û Şûbeya Amedê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) bi dirûşma, ‘’Bila kesên ku hatine nebedîkirin werin dîtin, kiryar werin darizandin’’ , çalakiya rûniştî ya 391. li Parka Koşûyoluyê li dar xistin.
Endamê Komîsyona Nebedîbûyiyan a Şaxê Amedê ya ÎHD’ê Adnan Orhan diyar kir, heya ku daxwaza wan a dadmendiyê pêk were ew ê meydanan vala nehêlin û li aqûbeta Hûrşît Kulter hate pirsîn.
Orhan diyar kir, divê rayedarên dewletê têkildarî aqûbeta Hûrşît Kulter daxûyaniyê bidin.
Endamê Şûbeya ÎHD’ê ya Komîsyona Nebedîbûyiyan Hasan Yalçin çîroka Ercan Us vegot. Us 12’ê Çile 1993’an li Farqîn a Amedê ji hêla dewletê ve hatibû kuştin.
ÊLIH
Li Êlihê xizmên nebedîbûyiyan û endamên ÎHD’ê li Kolana Gulîstanê, li ber Bîrdariya Mafê Mirovan hatin cem hev.
Devran Yildiz di çalakiyê de got, ‘’Em têkoşîna xwe ya ji bo heq û hiqûqê berdewam dikin. Weke salên berê em dîsa li qadan in. Em hesabên mirovên xwe dikin ku ji me hatine qutkirin.’’ Bi berdewamî Yildiz diyar kir ku heya ku ew mirovên xwe yên ku hatine nebedîkirin bibînin û kiryarên wan werin cizakirin wê çalakiyên xwe bidomînin.
Di çalakiyê de çîroka Mehmet Yaşar hate parvekirin. Mehmet Yaşar 31’ê Tîrmeha 1993’an li Êlihê hatibû qetilkirin . Kurê Yaşar, Sabahattîn Yaşar got,’’Bavê we hatiye kuştin? Ê min hate kuştin û ez kor bûm.’’
IZMÎR
Endamên Şaxê ÎHD’ê ya Izmîrê jî li ber Eskî Sumerbanka Konakê bi daxuyaniyeke çapemeniyê li aqûbeta kesên ku hatine nebedîkirin pirsî.
Di çalakiyê de pankartên, ‘’Nebedîbûyî li kû ne, kiryar kanî?’’, ‘’kesên ku hatine nebedîkirin wijdan te ne, lê xwedî derbikeve’’ hatin vekirin. Di çalakiyê de li aqûbeta Hûrşît Kulter pirsîn û wêneyên Hûrşît Kulter û nûnerê kovara Ozgur Halkê Çetîn Abayay, ku 1992’an li Êlihê hatibû kuştin, hatin hilgirtin.