KCDK-E, bernameya çalakiyên ji bo Ocalan ragihand

KCDK-E ya li dijî tecrîdê banga mezinkirina berxwedanê kir, diyar kir ku wê li gelek welatan ji bo azadiya Ocalan çalakî bêne lidarxistin.

Kongreya Civaka Kurdistaniyên Demokratîk a Ewropa (KCDK-E) têkîldarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger li Strasboûrgê di pêşengiya Meclîsa Êzîdî ya Şengalê de 23’yê Îlonê ji bo tenduristî û ewlehiya Rêber Apo hatiye destpêkirin, derbasî merheleyek nû bûye”, bal kişand ser ziyareta CPT’ê ya Tirkiyeyê ku serlêdana Ocalan nekir û ji welêt veqetiya.

KCDK-E xwest ku bi hestiyariyek mezin û ruhê seferbertiyê xwedî li Ocalan bê derketin, wiha dewam kir:

“Greva Birçîbûnê ya ku 5 hevalên me yên Meclîsa Êzidî ya Şengalê bêdem-bêdorveger dan destpêkirin, wê bi tevlîbûna 15 hevalên me yên ji pêkhate û saziyên KCD-E bê berfirehkirin. Bi vê tevlîbûnê ve, tevahî Navendên me yên Civakî biryar dane ku li tevahî qad, herêm, seha, eyalet û welatan; bi çalakiyên ku tevahî gelê Kurd, dostên wan û tevahî beşên bindest pêş bixin, berxwedana vê pêvajoyê mezin bikin.”

TEQWÎMA ÇALAKIYAN

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku xwedîderketina li Ocalan, rûmet e û exlaq e, her wiha teqwîma çalakiyan jî wiha hate ragihandin:

-15’ê Îlonê wê li Strasboûrgê mîtîngek girseyî bê lidarxistin. Ji bo mîtînga saet 10.00’an banga tevlîbûnê li gelê Kurd û dostên wan ên li Elmanya, Swîsre, Fransa, Belçîka û Hollandayê dikin.

-17’ê Îlonê wê li Fransa, eyaletên Elmanya, Kanada, Japonya, Awûstralya, Awûstûrya, Hollanda, Îngilista, Belçîka, Norwec, Swîsre, Yewnanîstan, Qibris, Romanya, Îtalya, Fînlandiya çalakî bêne lidarxistin.

-19 û 23’yê Îlonê wê li tevahî welatan bi awayekî hemwext saet 19.00’an meş û mîtîng bêne lidarxistin.

-21’ê Îlonê di pêşengtiya TJK-E wê li ber Parlamentoya Ewropayê bi tevlîbûna ji Hollanda, Belçîka, Elmanya, Dusseldorf û Parîsê mîtîng bê lidarxistin.

-24’ê Îlonê wê di pêşengiya ciwanan de çalakiyên cur bi cur bên lidarxistin.

-13, 21 û 30’ê Îlonê wê li ber NY ya li bajarê Cinêv ê Swîsreyê çalakî bên lidarxistin.