Piştî aloziya bi hewldana polîsan a bi daxwaza bidawîkirina greva birçîbûnê ya Meclîsa Şengal a li bajarê Strasboûrg a Fransa yê dewam dike, derketî hê jî dewam dike, endamê Asûrî-Surayanî ya Konseya Netewî ya Bethanhrîn jî li qadê ye.
ANF
STRASBOÛRG
şemî, 10 rezberê 2016, 14:21
Ji Asûrî-Sûryanî, li hember hewldana derxistina ji Dêrê bertek.
Li aliyê din komînîstên ku li bajêr serdana greva birçîbûnê kirin.
Piştî hewldana polîsan a ku bi zorê xwestin greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger a li Dêra La Tres-Saînte-Trînîte ya li semta Esplanade ya Strasboûrgê û şûn de gelek Kurdistanî herikîn qada çalakî lê dewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ya ku bi armanca hevdîtin bi Ocalan re bê kirin û statûya Şengalê di qada navneteweyî de bê naskirin û bi beşdariya 5 endamên Meclîsê her roja ku diçe rewşa çalakgeran xirap dibe û di rewşekî wisan de hewldanekî bi vî awayî bal kişand.
Endamên Asûrî-Suryanî ya Konseya Netewî ya Bethanahrîn a ku çalakger ziyaretkirin jî, bertek nîşanî heweldana polîsan a ku bi daxwaza zorê çalakgeran ji herêmê dûr bixin. Asûrî-Suryaniyan diyar kir ku Dêr cihê wan ê îbadetê ne, li dijî vê hewldanê bertek nîşan da.
Li aliyê din bi armanca piştgiriyê komek ji 4 kesan ên rêveberiya herêmê ya Partiya Komînîst a Fransayê çalakvan ziyaret kirin. Endamên partiyê çalakiya Êzidiyan a ku ji bo aştî û azadiyê li dar xistine silav kirin, diyar kirin ku ji bo çalakî bihêje armanca xwe û di raya giştî de bê gotûbêjkirin wê alîkariyê bide wan.
Her wiha endamên Komeleya Mala Êzidiyan a ku li bajarê Leer ê li Bakûrêrojhilat ê Elmanya xebatên xwe didin meşandin ji bo piştgiriyê bidin endamên Meclîsa Dîaspora ya Şengalê hatin Strasboûrgê.