BI DÎMEN

Ji çalakgerên Êzidî yên li Strasboûrgê peyamên berxwedanê

Piştî gefên polîsan ên bi daxwaza dawîkirina greva birçîbûnê ya bê dem û dorveber ku li bajarê Strasboûrgê a ji aliyê Meclîsa Dîaspora ya Şengalê ve hatibû destpêkirin û şûn de gelek Kurdisatanî herîkîn bajêr.

Gelek Kurdistaniyên ku ji Strasboûrg û bajarên der dor hatin pêşiya Dêra La Tres-Saînte-Trînîteyê, ji çalakvanan Beşîr Êzidî û Bozo Bancînî axaftinekî kurt a spasiyê ji Kurdistaniyan re kirin.

Beşîr Êzidî diyar kir ku ev 19 roj in di greva birçîbûnê de ne. Êzîdî destnîşan kir ku ji bo bibin layîqî gelê xwe beşdarî vê çalakiyê bûne û wê heta dawiyê li ber xwe bidin. Beşîr Êzidî diyar kir heta daxwazên wan werin cih wê çalakiya xwe dewam bikin, her wiha piştgiriya gel a ji bo wan jî silav kir.

Êzîdî, anî ziman ku “Ew ne ji şehîdan bi qedir û qîmetir in”, eger ku bê xwestin wê bedena xwe bidin ber mirinê jî.

Bozo Bacînî yê ji di serî de di nava çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger de cih digire jî da zanîn ku çalakiya greva biçîbûnê ne tenê ji bo “Êzidîtiyê” ye, Bacînî bi bîr xist ku bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Êzidîtiya rast dîtine. Bozo Bacînî anî ziman ku çalakiya wan ji bo tevahî gelê Kurd e, bal kişand çi Elewî, Sunî, Êzid yan jî Xiristiyan û besa girîngiya yekbûna hemû Kurdan kir.

Bacîn, anî ziman ku wan mirin daye ber çavên xwe, heta ku armanca grevê pêk neyê wiha got: “Mirin heye, veger nîne.”

Bozo Bacînî ji bo çalakiya 15’ê Îlonê ya ku li pêşiya Konseya Ewropayê jî pêk were bang kir, berovajî vê wê bê nîşandan ku daxwaz li gorî pêwîst nayê berçav girtin.

Hatina Kurdistaniyan a greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê dewam dike. Li gel îhimala ku wê polîs mudaxeleyî çalakiyê bike rawestan li qadê dewam dike.

 

...