Kurdên li Moskowayê dest bi greva birçîbûnê dikin
Çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roj bi roj zêde dibin. Piştî herêma Adigey a Rûsyayê, Kurdistaniyên li paytexta Moskowayê jî dest bi greva birçîbûnê dikin.
Çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roj bi roj zêde dibin. Piştî herêma Adigey a Rûsyayê, Kurdistaniyên li paytexta Moskowayê jî dest bi greva birçîbûnê dikin.
Rêveberên saziyên Kurd û Kurdistaniyên li paytexta Rûsya Moskowayê dijîn, li Mala Kurdan a li Moskowayê li hev civiyan û biryar dan bi dirûşma "Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re statu" dest bi greva birçîbûnê bikin.
Li vê civîna gel, piştî deqeyeke rêzgirtinê siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar axivî û destnîşan kir, ku ew ê vê rewşa li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê ferzkirin bi ti awayî qebûl neki. Cotkar got, "Di demekê de, ku li çar parçeyên Kurdistanê Kurd ber bi azadiyê ve dimeşin, dîlgirtina Rêber Apo ne ya qebûlkirinê ye."
Cotkar bal kişand ser berxwedana destanî ya li Rojava û Bakurê Kurdistanê ji aliyê gel û gerîla ve tê meşandin û diyar ir, divê gel û dostên Kurdan daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin.
Siyasetmedar Cotkar bang li her kesî kir, ku li dora grevên birçîbûnê, têkoşîna gelê Kurd ji her alî ve xurt bikin.
Çalakiya greva birçîbûnê wê sibe li Mala Kurdan piştî nîvro bi daxuyaniyeke çapemeniyê bê ragihandin.