Festîvala Çanda Kurd a Skandînavyayê îro ye

Festîvala Çanda Kurd a Skandînavyayê ku wê îsal cara 20’an bê lidarxistin, wê li paytexta Swêdê Stockholmê li Sollahallenê saet 17.00’an destpê bike.

 

Festîval wê bi tevlîbûna Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş startê bide.

Bi rasthatina festîvalê, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêdê daxuyaniyek da, diyar kir ku di festîvala îsal de zextên pir giran li ser gelê Kurd heye, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev saleke û nîvê tecrîdkirî ye, dewleta Tirk ji bilî bakurê Kurdistanê şer veguhestiye Rojava, Cerablûs dagir kiriye, destlênedayînên wekîlên HDP’ê hatine rakirin û tê xwestin ku bêne girtin, qeyûman tayînî şaredariyên Kurd dikin, banga mezinkirina têkoşînê li Kurdistanî û dostên wan kir.

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêdê bal kişand ku hikûmeta AKP’ê ji bo destkeftiyên gelê Kurd ên li bakurê Kurdistanê û Rojavayê ji holê rake serî li her cure tifaq û rêbazên bêexlaq dide, destnîşan kir ku rêya şikandina êrîşan ji mezinkirina berxwedan û têkoşînê, hê zêdetir kombûyina li dor Rêbertî û Tevgera Azadiya Kurdistanê derbas dibe.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pêwîst e festîval di vê çarçoveyê de bê nirxandin û neyê jibîrkirin ku parçeyek berxwedanê ya ku li dijî êrîşên dewleta Tirk e, wiha hate gotin; “Li dijî operasyonên qirkirinê yên li bakurê Kurdistanê, li dijî dagirkirina Cerablûs û êrîşên li ser Rojava, ji bo bersivdayinek tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan, em xurt tevlî festîvalê bibin.”

Di festîvalê de ku ji bilî Komên Folklora Kurd wê hunermend Nasir Rezazî, Rojda, Aram Serhad, Kova Heval derkevin dikê, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî wê axaftinê bike.