Li ser siberoja Sûriyeyê li hev kirin
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava û Teyar El Xed El Sûrî (Şepêla Sibe ya Sûriyeyê) li ser çareseriya siyasî ya pirsgirêkên li Sûriyeyê li hev kirin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava û Teyar El Xed El Sûrî (Şepêla Sibe ya Sûriyeyê) li ser çareseriya siyasî ya pirsgirêkên li Sûriyeyê li hev kirin.
Piştî hevdîtinên girîng ku di navbera nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava û Şepela Sibe ya Sûriyeyê (Teyar El-Xed) di 10’ê Îlona 2016’an de li Komara Misirê hevpeymaneke girîng hate îmzekirin. Ev hevpeymana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Teyar El-Xed li ser heft bendên bingehîn pêk hatiye.
Rêveberiya Xweser û Teyar El-Xed der barê vê hevpeymanê de daxuyaniyeke hevbeş dan çapemeniyê.
Daxuyanî wiha ye:
"Li Sûriyeyê ev zêdetirî 5 salan e gelek bûyer diqewimin. Di Adara 2011’an de serhildaneke gelerî ya aştiyane li dijî rejîma El-Baas destpê kir û veguherî şerekî navxweyî yê hêzên herêmî û navneteweyî. Di dawiyê de şoreşa Sûriyeyê ji rêya xwe ya rast derket û destê gelek aliyên nijadperet kete vê aloziyê, tişta ku hişt daxwaz û xwestekê welatiyên Sûriyeyê yên avakirina dewleteke demokratîk û pir rengî ji rojevê derkevin.
Eger Şerê Cîhanê yê Duyemîn hevsengiya tevahiya guherand, şerê Sûriyeyê jî wekî şerê sêyemîn ê cîhanê li ser xaka Sûriyeyê pêk tê û tenê welatiyên Sûriyeyê bedêla wê didin. Lê belê ya rastir rewş gihiştiye wê astê ku yên dawiyê ku biryarê der barê xwe de distînin Sûrî ne. Ev welat ketiye şerekî ku hemû dewlet û kom ji çar aliyên dunyayê lê kom bûne.
Sûriyeya demokratîk a yekgirtî û bi hêz bi rengîniya xwe ya oldarî, neteweyî xewna welatiyên Sûriyeyê bû û hê jî ew xewn tê dîtin. Tevî rewşa ku welat gihiştiyê jî û gelek zordarî pêk hatiye, lê dîsa jî Sûriye bi hêza xwe hewl dide ku xwe vegerîne. Dîsa jî aliyên yekperest û tarî hewl didin ku vî welatê rengî, pir alî bikin welatê yek durişme, yek partî, yek sembol, yek hokum. Ji ber vê yekê vegerîna dîrokî bi paşde bûye xewnek.
Li ser vî esasî me bang li hemû hêzên niştîmanperwer kir ku li derdora projeya niştîmanî ya demokratîk kom bibin. Ev proje xwe dispêre rengînî û piralîbûyînê û zemîneke wê ya hevsengî û dadmendiya di warê maf û misyonan de heye. Ev berovajî hêzên tarî û girêdayî derve ye ku berjewendiyên wan li Sûriyeyê xuya ne û dixwazin li hundirê vî welatî hesabên xwe tesfiye bikin û aloziyên xwe derbasî Sûriyeyê bikin û berjewendiyên xwe pêk bînin.
Li ser bingeha tişta borî Şepêla Sibe ya Sûriyeyê (Teyar El-Xed El-Sûrî) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo hevpeymeneke li gorî bendên ku stratejiya siyasî û leşkerî ya pêvajoya pêşerojê diyar bike, hevdîtin kirin. Di berdewamiya danûstaninên berê ku di navbera me de li ser bingeha yekbûyîn êş û azarên gelê Sûriyeyê bi Ereb, Kurd, Suryan, Asûr, Turkmen û ol û neteweyên din me li ser van xalan li hev kir:
XALÊN LI SER LI HEV HATIYE KIRIN
1-Herdu alî tişta ku niha li Sûriyeyê rû dide wekî şerê li ser desthilatdariyê dibînin. Hêzên li Sûriyeyê şer dikin eger em bixwazin nexwazin hêzên Sûrî ne. Ev nayê wateya ku komên nijadperest derbas bûne û hiştin ku Sûriye bibe cihê hem çeteyên cîhanê û welat kirine deriyê tesfiyeyên xwe.
Dema ku xwîna Sûrî li Sûrî tê helalkirin dihêle em vê rewşê nas bikin û îtîrafê pê bikin. Şoreşa Sûriyeyê ji xeta xwe derketiye û ji her kesî dixwaze ku riyên aqilane peyda bike da ku xeteriyên mezintir dûr bikevin. Welat êdî ji gelek îhtîlatên xerabtir re jî vekiriye.
Ji ber vê yekê em îro li pêşiya kêliyeke dîrokî ya ji emrê Sûriyeyê sekinîne, naveroka wê ew e ku bêyî danûstaninên Sûriyeyî di bin sîwaneya rêxistina navneteweyî “Rêxistina Neteweyên Yekbûyî” û şaxên wê yên herêmî û hêzên wê yên aktîf wekî Amerîka, Rûsya, Yekîtiya Ewrûpa û Yekîtiya Ereban tu çareserî pêk nayê.
2-Herdu alî li ser mjara ku aliyên siyasî yên ku nûnertiya pêkhateyên sereke yên Sûriyeyê wekî Ereb û Kurdan dikin, winda ne. Hêzên herêmî ku ji kesî nayên veşartin dibin sedema vê yekê û ew hê jî aliyekî şerê li dijî civaka Sûriyeyê ne. Van hêzan hişt ku şoreş ji xeta xwe ya raset derkeve. Wan şoreşa ji bo azadiyê veguherand şerekî navxweyî ku tiştekî Sûriyan tê de tune ye. Vê yekê hişt ku em bibin xwediyên vê însiyatîfê ku em bikaribin rastiyê baş bixwînin û çareseriyên baş peyda bikin.
Ji ber cihê Sûriye yê stratejîk em wekî Teyar El-Xed El-Sûrî û Rêveberiya Xweseriya Demoratîk bang li dewletên Erebî yên xwedî giranî wekî Komara Misir a Erebî, Erebistana Siûdiyê, Dewleta Îmarata Erebî ya Yekbûyî û hwd dikin ku vê pêvajoya siyasî birêve bibin û ji bo hevpeymeneke siyasî ya di navbera Sûriyan de zemînekê saz bikin da ku ev şer were sekinandin û Sûriye ber bi aramiyê ve biçe.
3-Herdu alî li hev dikin ku sîstem bi temamî were guhertin û sîstemeke demokratîk, palamentoyî, pir rengî û ne navendî li ser bingeha hevrêzdayîna mafên demokratîk a hemû pêkhateyên Sûriyeyê li gorî qanûn û nasînên navneteweyî bi misogeriyeke destûrî û xwedîderketina li yek çareseriya siyasî ku bikaribe armancên gelê Sûriyeyê pêk bîne, were avakirin. Divê bi nûnertiya şandeyeke ji hemû pêkhateyên Sûriyeyê bi hêzên wê yên niştîmanperwer û demokratîk pêk were. Em serkeftinên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hêzê didin hêzên Sûriye yên din ku ji vê tecrûbeyê sûd werbigrin û li herêmên din ên rizgarkirî jî pêk bînin. Ango wê wekî navendeke niştîmanî ku bikaribe jiyaneke azad û bi rûmet peyda bike, tê dîtin.
Dewleta Sûriye ya tê û sîstema wê divê bi beşdariya hemû pêkahteyên civaka Sûriyeyê li ser bingehê welatiya azad û dûrî hemû parvekirinên nijadperestî, olperestî, neteweyî û eşîrtî be, her wiha hemû mafên neteweyî, çandî û olî tê de werin îtîrafkirin.
4-Hevbendiya di navbera herdu aliyan de te tenê di warê rewrîk û stratejiyên demdirêj de ye, lê belê herdu alî “Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Şepêla Sibe ya Sûriyeyê” li hev kirine ku hemû derfetên xwe yên siyasî, aborî û çapemenî de ji bo amadekirina mercên baş bixin xizmetê, da ku di dawiyê de çareseriyeke siyasî were dîtin, û dewleteke sivîl, pir rengî û ne navendî were avakirin û tê de mafê welatiya azad û wekheviya maf û peywiran a gelê Sûriyeyê bi Ereb, Kurd, Suryan, Asûrî, Turkmen û hemû pêkhateyên were misogerkirin.
5-Rêveberiya Xweser û Teyar El-Xed El-Sûrî li ser bingehê hevkariya di avakirina Sûriyeya îro û ya sibe li ser de li hev kirin. Wekî ku kalên me kirin dema ku dîroka herêmê bi xwe nivîsandin. Cudahiya di nerîn û dîtinan de li pêşiya armanca me ya bilind nabe astengî, lê ya giîrng beşdarbûna di pêşerojeke xwe a ji bo nivşên me de ye ku Kurd û Ereb her yek bi nasnameya xwe ya niştîmanî serbilind be, cihê welatê xwe zanibe û dîroka ku pêşkêşî mirovahiyê kirine wekî nimûneya hevjiyana di navbera hemû rengên civakê de bibîne.
6-Herdu alî soz didin ku armanca wan a sereke komkirina Sûriyan be ku pê bikaribin welat ji vê sîstemê xelas bikin û şerê terorê li dijî DAIŞ’ê û hevalbendên wê bikin, her wiha ji bo çareseriya siyasî tev bigerin û ji bo gola xwînê ya li Sûriyeyê û destwerdana hêzên derve re sînorekî deynin da ku welat ber bi veguhertinê ve biçe û qanûnên wî, lingên wî yên aborî, civakî û çandî werin rûniştindin.
7- Ji bo pêşxistina hevbendiya hêzên siyasî û demokratîk kar were meşandin û dîlameyên mezin wekî derfetên herî baş ji bo çareseriyên mezin werin dîtin."
XELÎL: JI BO ÇARESERIYA SIYASÎ Û RIZGARKIRINA HERÊMÊN JI ALIYÊ ÇETEYAN VE HATINE DAGIRKIRIN, EM Ê ALÎKARIYÊ BIDIN HEV
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl di vê der barê de ji ANF'ê re axivî û got, "Em xwedî projeyeke jiyana hevbeş, biratiya gelan û sîstemeke demokratîk e. Em vê projeyê pêşkêşî weke çareseriyê pêşkêşî Rojavayê Kurdistanê û gelemperiya Sûriyeyê dikin. Yek ji hîmên bingehîn ên vê projeyê ew e, ku hemû pêkhateyên li herêmê xwedî li vê projeyê derkevin. Me xwest bi pêkhateya Ereb û hin kesên nûnertiya wan dikin, di nava peymanekê de karekî hevbeş bikin. Yek ji van tevgeran jî Şepêla Sibe (Teyar Elxed) e ku niha bi wan re peymanek hatiye îmzekirin."
Xelîl da xuyakirin, ku wan beriya niha bi 10 mehan bi vê tevgera siyasî re gihîştibûn mutabaqatekê û got, "Lê niha em gihîştin qonaxeke din. Li pêşiya me êdî bicihanîna projeya Federasyona Bakurê Sûriyeyê heye. Di heman demê de Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ji bo çareseriya pirsgirêkên li gelemperiya Sûriyeyê xebateke berfireh dimeşîne û hewl dide têkiliyên xwe xurtir bike.
Li aliyê din, êrîşên êrîşên giran li ser herêmên me hene û dewleta Tirk û hin hêz dixwazin derbê li herêmê bixin. Ji ber van sedeman, em bi rengekî erênî nêzî daxwaza van biraderan bûn, ku xwestin ji bo nîşandana helweseke siyasî û bicihanîna projeya çareseriya demokratîk, peymanekê mor bikin."
Xelîl diyar kir, eger di dema pêş de çareseriyeke siyasî ji bo Sûriyeyê were pêşkêşkirin, ew ê ji aliyê xwe bibin alîkar û heman helwestê nîşan bidin.
Aldar Xelîl der barê aliyê leşkerî yê vê peymanê de jî anî ziman, ku ji bo rizgarkirina herêmên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine dagirkirin, ew ê li gorî derfet û îmkanên xwe bi hev re bibin alîkar.