'Şoreşa Rojava ji bo mirovahiyê deriyê hêviyê ye'
Soran ê ji bo parastina Şoreşa Rojava ji Fransayê hate Rojava, destnîşan kir ku Şoreşa Rojava ji bo mirovahiyê deriyê heviyê ye.
Soran ê ji bo parastina Şoreşa Rojava ji Fransayê hate Rojava, destnîşan kir ku Şoreşa Rojava ji bo mirovahiyê deriyê heviyê ye.
Şoreşa Rojava her ku diçe dibe nirxê hevpar ê mirovahiyê. Enternasyonalîst û şoreşgerên ku ji deverên cuda yên cîhanê tevlî şoreşa Rojava bûne, di serî de qada xweparastinê, di xebatên avakirinê de cih girtin. Yek ji ew kesên ku tevlî refên Şoreşa Rojava bûne jî Hûbert ê bi eslê xwe Fransiz e û nasnavê wî Soran e. Di nav refên YPG’ê de wek Soran Fransiz tê zanîn. Diyar kir ku li gelek deverên Kurdistanê geriyaye, lê Rojava gelekî cuda dibîne, bang li tevahî ciwanên cîhanê kir ku “ji bo jiyana xwe watedar bikin pêwîst e Rojava bibînin.”
Soran bal kişand ser têkoşîna mirovahiyê ya li dijî çeteyên Rojava û ev tespîta vegot; “Ev sîstema Rojava, ji bo tevahî mirovahiya pêşverû destkeftiyek mezin e û deriyê heviyê ye.”
Me bi Soran re li ser tevlîbûna şoreşa Rojava ya ku zimanê Kurdî bû wesîle gotûbêj kir û li çavdêriyên wî guhdar kirin.
Tişte ku we kişand Rojava çi bû?
Demek dirêj min şoreşa Rojava bi eleqeyek mezin dişopand. Bi taybet jî serkeftinên şervanên YPG, YPJ’ê yên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê min bandor dikir. Beriya salekê ji bo têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û ji bo karibim di avakirina şoreşê de cih bigirim hatin Rojava.
Min li vir hêza îdeolojîk û felsefîk a di serkeftina YPG, YPJ û gelê Rojava de dît. Hêza ku ji îdeolojiyê digirin, di wan de îradeyek xurt û fikrînek xurt ava dike.
Em dibînin ku sîstema demokratîk ekolojîk tenê di sîstema demokratîk a Rojava de heye. Ev sîstema Rojava, ji bo tevahî mirovahiya pêşverû destkeftiyek mezin e û deriyê heviyê ye. Mînakek wê yê din nîne. Ev giştî bû wesîleya hatine min.
Beriya sed salan dema sînorên netew dewletê hatin xêzkirin, Sûriye û Rojava di bin mêtingeriya Fransizan de ma. Hatine we tê wê manê ku gelê Fransiz dixwaze di nav vê guhertinê de cih bigire?
Erê. Beriya sed salan bi hevpeymana Sykes-Pîcot ve tevahî erdnîgariya Rojhilata Navîn û Kurdistanê parçe bû, bû sedema êşên mezin. Ez ji hevalên xwe yên Fransa re behsa xetayên dewletên rojava dikim. Tenê yek kes elbet nikare vê pirsgirêkê çareser bike. Lê, mirov dikare piştgiriyê bide şoreşa Rojava, tevkariyê bike.
DIJMINÊN ŞOREŞA ROJAVA GELEK IN
Şoreşa Rojava ji hêla mirovahiyê ve li gor we tê çi maneyê?
Gelek şoreşên dîroka mirovahiyê ji ber di qada îdeolojîk û rêxistinî de negihiştine hêzekê têk diçin. Mînal dema şoreşa Fransa de şah hate kuştin. Bûrjûwaziya nû hat jî çi yê aîdî gel hebû desteser kirin.
LI YE Û DYA TEVGERÊN ÇEP ZEÎF E
Bi pêşketina şoreşa Rojava ve nirxên mirovahî mezin dibin. Lewre jî dijminên şoreşa Rojava zêde ne. Ne tenê DAÎŞ, rejîma Sûriye, dewleta Tirk, sîstema PDK’ê û hêzên pişt wan tevahî dijminahiyê dikin.
Hêzên derveyîn tevahî baş dizanin ku projeya Rojava wê tenê bi Rojava re sînordar nemîne, bandora xwe li tevahî cîhanê bike. Tevgerên çep ên xwedî dîrokek sed salan e, li Ewropa û DYA’yê gelek zeîf in. Rojava, tevî xwedî şoreşek 5 salan e jî jiyanek sosyalîst û sîstemek demokratîk saz kiriye.
LI ROJAVA JI BO TEVAHÎ MIROVAHIYÊ SÎSTEMEK NÛ TÊ SAZKIRIN
Dema krîza Sûriyeyê destpê kir, di nav bêderfetiyan de li Rojava nêrînek nû û ji nirxên hevpar ên gelan sîstemek hate avakirin. Ev sîstema nû ya li Rojava hate sazkirin, ji bo tevahî mirovahiyê derketinek nû ye, hêviyek nû ye. Ev sîstem ji nîjadperestî, olperestî û cînsiyetparêziyê dûr, nirxên exlaqî û polîtîk esas werdigire. Sîstema Rojava xwe dispêre demokrasî, wekheviya cînsan, hezkirina axê û azadiya gelan. Ev taybetmendî jî tiştên ku mirovahiya cîhanê pê hesret in.
Ji ber bandora şoreşa Rojava gelekî mezin e dijminên wê jî zêde ne?
Gel û tevgera Rojava milên kêm ên dîroka cîhan û şoreşan de baş dibînin, encaman derdixin. Eger biryarek nû pêk neyê, demildest dikevin pey yeka nû. Lewma jî projeya Rojava ne utopîk e, rastiyek e û dikare xwe bide meşandin. Ji bo şoreşa Rojava ez dikarim bêjim min 4 tiştên esasî dîtine. Yek sîstema konfederalîzma demokratîk e. Ev sîstem ne wek a YE û DYA sloganî ye, bi temamî xwe dispêre gel û eslê demokrasiyê ye.
Nuqteya din a duyemîn jî Ekolojî ye. Ekolojî û jiyana mirov yekpare ne. Qasî pêdiviyê hilberîn, qasî pêdiviyan mezextin û parastina xwezayê divêtî ye. Qasî astengkirina texrîbata ekolojî û xwezayê, hevsengiya aborî û sosyal a mirovan jî pêk tîne. Parastina hewa, av, axê, dîsa sergoyên ji ber mezextina mirovan pirsgirêkên esasî yê mirovahiyê ne.
LI ROJAVA JIN XWEDÎ ROLEK SEREKE NE
Yek ji pêşketinên esasî ya şoreşa Rojava jî şoreşa jinê ye, xwe dispêre wekheviya jin û mêr. Tevî nêzîkatiyên jinê tine dihesibîne yên Rojhilata Navîn û yên dike meta yên rojava, jin di Şoreşa Rojava de di her qadê jiyanê de pêşengê avakirinê ye. Ev rewş wê di civaka Rojhilata Navîn de guhertinên mezin çêbike. Malên jinan hatin avakirin, akademiyên jinan hene. Ev çalakiyên jinan, guhertina zîhniyeta mirov jî pêk tîne.
Dibêjin li Ewropayê azadiya jinê heye, cudahiya şoreşa Rojava ya di azadiya jinê de çi ye?
Kapîtalîzm îdîa dike ku di nav sînorên xwe de azadiyê dide jinê. Lê, vê bi temamî ji bo armancên xwe pêk tîne. Li ser jinê qadên nû yên serweriyê ava kirine. Ev jî bi awayekî dizî û nazenîn pêk tê, ne li wek Rojhilata Navîn an jî hin deverên din bi qebatî praktîze dibe. Heta gelek kes nabîne bê çawa sîstema kapîtalîst mêtingeriya xwe li ser wan ava dike. Jina mîna di qetlîamek spî re tê derbaskirin.
Li Rojava jî jin di rêxistinkirina jiyanê de xwedî rolek sereke ne. Ji xweparastinê heta tevahî rêveberiyên komun, meclîsan de jin bi ked û hêza xwe tevlî dibin. Ev çalakbûna jinê jî enerjî û xwebaweriyek gelekî mezin a civakî derdixe holê. Di heman demê de ji bo mirovahiya herêm û cîhanê hêzek girîng a guherînê derdixe holê.
Li Rojava ya şoreş dewam dike, ji ber tevlîbûna kêm a hevrêyên jin ên enternasyonalîst ez xemgîn dibim. Bawer dikim ku ev jî bandora xwe ji sîstema tê de dijîn digirin.
Berevajî nakokiyên nîjadperestî û olî yên li Rojhilata Navîn, li Rojava gel hevpar û di nav aştiyê de dijîn. Ev ne jixweber e, çavkaniya xwe ji îdeolojî û felsefeya ku şoreşa Rojava xwe dispêre digire.
Saziya netew dewlet a li Ewropa û cihên din ên cîhanê, xwe dispêrin pêşxistina yek rengî. Lê, Rojhilata Navîn mozaîka gel û rengan e. Dema ev gel û çand li cem hev disekinin, hizûr, aştî, xwişktî û biratî tê.
ROJAVA HÊVIYA GELÊN CÎHANÊ YE; DIVÊ TEVKARIYA WÊ BÊ KIRIN
Beravajî van nakokî û şerên li cîhan û herêmê, li Rojava gel, reng, bawerî û çand bi hev re, li dor nirxên demokratîk hevpar dijîn. Ev sîstema wisa bedew ku tevahî mirovahiya cîhanê xeyal dike û pêdiviyê pê dibîne, pêwîst e ji her aliyên cîhanê mirov bêne bibînin. Ji ber ku rojava ew mîna xweşik a jiyana hevpar e.
Te Rojava li vir nas kir an ne?
Ez bi eslê xwe ji Fransa me û tevahî malbata min Fransî ne. Ji welatê xwe jî gelekî hez dikim. Min pirsgirêkên Rojhilata Navîn ji televîzyonê dişopand. Bi taybet jî piştî êrîşên 11’ê Îlonê yên El Kaîdeyê gelekî eleqeder bûm. Min digot çima her tim li Rojhilata Navîn şer heye û mirov dimirin. Ji bo fêmkirinê salekê li Lubnanê mam. Xwendevan bûm, vegeriyam welatê xwe û piştre jî derbasî başûrê Kurdistanê bûm û 3 salan li wir mam. Li vir hem min xwend hem jî min Kurd nasîn. Dema şoreşa Rojava bala min kişand, min dest bi şopandinê kir. Di serî de serkeftinên Kobanê û Şengal, ev têkoşînê bi awayekî zêde min bandor kir. Ji bo tevlî vê berxwedanê bibim min biryar da ku bêm Rojava.
ÇANDA BAŞÛR BAŞ E, LÊ SÎSTEM XIRAB E!
Ez li başûrê Kurdistanê mam û ji gel jî gelekî hez kir. Saziya çanda gelê Kurd pir delal e. Lê min ev fêm kir ku sîstema başûrê Kurdistanê ne pir baş e. Bi taybet piştî peşmergeyan Şengal radestî DAÎŞ’ê kirin, li Şengal, Nînova û Mexmûrê ji şer reviyan, ez ji sîstema wê sar bûm.
Eger li Şengalê YPG’e neketiba dewerê, wê qetlîamek mezin bi ser Êzidiyan de bihata. Hêzên YPG, YPJ’ê pêşengtî jê re kirin, di salek dawî de axek pir mezin ji dagikeriya DAÎŞ’ê rizgar kirin. Şoreşa ku berxwedanê li Rojava ava kiriye, çavkaniya xwe ji pêkhateya zîhniyeta bedew digire. Hêzên YPG, YPJ’ê yên li dijî çeteyan têdikoşe, ne ji bo derfetên madî şer dike. Bi temamî ji bo ax û siberojek azad bi îradeyek mezin şer dike. Şervanên YPG, YPJ’ê baş dizanin bê ji bo şer dikin.
‘JI BO ŞOREŞA CÎHANÊ PÊŞ BIKEVE EM Ê ROJAVA AVA BIKIN!’
Piştî te li Rojava ewqas tişt dîtin, nêrîna te ya cîhanê çawa bûye?
Jibîrkirina hevrêyên şehîd ne mimkûn e. Êdî mirov zû bi zû nikare li jiyana berê û asayî vegere. Şehadet mirovan gelekî bandor dikin. Ji bo jiyandina hevalên şehîd, ez berpirsiyartiyek xebata hê zêdetir hîs dikim. Li ser milê min her tim Yekîneyên Parastina Gel dinivîsî. Ne ez ne jî hevalên xwe ne ji ber em ji şer hez dikin, an jî cilên xweşik ên leşkerî şer dikin. Em tenê ne dijminên Rojava, ji ber dijminên tevahî mirovahiyê ne xwe mecbûr dibînin ku şer bikin. Ev dijminê mirovahiyê dixwaze gelan bixe bin serweriya xwe.
Hevalên me yên şehîd ji ber vê serweriya qebûl nekirin bi fedaîtî şer kirin. Di vî şerî de bêyî cudahiya ziman, ol, rengê mirovan, ji bo tevahî gelan şer hate meşandin. Bi bedelên mezin, ji bo nirxên mirovahiya cîhanê li Rojava şer heye. Li milekî şerê li dijî çete û hêzên pişt wan li milê din jî avakirina qadên leşkerî, aborî û siyasî wê li Rojava dewam bike. Ji bo ji cîhanê re bibe mînak û serkeftina şoreşa cîhanê pêk were em ê Rojava ava bikin.
Ji bo sazî û dezgehên navneteweyî banga we çi ye?
Ciwan ne ew hêza ku li cihê xwe rûnê. Divê neyê jibîrkirin ku têkoşîna li Rojava ji bo siberoja ciwanên cîhanê û azadiya wan tê meşandin.
Rêya derketina ji sîstemê, bi têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ’ê mimkûn e. Derketina ji sîstemê tenê bi hêzên ku nirxên azadiyê pêş dixin re gengaz e. Ev jî hêzên demokratîk ên Rojava ne. Divê mirov baş bizanibe li ber televîzyonan wê ev cîhan dûz nebe. Divê ciwan ji bîr nekin ku hewldanên ji bo sererastkirina cîhanê berpirsiyariya wan e. Li Rojava projeyên vê hene.
YÊN XWEDÎ PÎŞE DIVÊ TEVKARIYÊ BI ROJAVA RE BIKIN
Li Rojava xweparastin didome, lê niha ji bo bi lezgînî pêşxistina jiyanek nû divê dezgehên navneteweyî desteka xwe ya madî û manewî pêşkêş bikin. Di nav bêderfetiyan de Rojava tê vesazkirin. Li ser Rojava ambargo heye. Ji karxaneyan bigire heta dibistanan di her qadê de pêdivî bi avakirinê heye. Pêdivî bi endezyar, doktoran heye. Ne pêwîst e li Rojava jî bimînin, tenê ji bo demekê be jî pêwîst e tevkariyê bikin, destekê bikin.
Li gor min dewlemendiya herî mezin a Rojava, nirxên wê yên mirovî û hêza wê ya îdeolojîk û felsefî ye. Bila mirovên enternasyonalîst werin vê bedewbûnê bibînin. Dîsa divê mirovên ku ji ber sedemên cur bi cur warên xwe terikandine jî werin û tevlî avakirinê bibin.
Tu di belgefîlma guherîna Rojava ya ji çavê enternasyonalîstekî de cih digire. Bi vê belgefîlmê ve mebesta we çi bû?
Tevlîbûnên enternasyonalîst ji derve çêdibin. Pirsgirêka şer a şervanên YPG, YPJ’ê nîne. Enternasyonalîstên tên vir hem tevkariyên xwe dikin hem jî dema vedigerin welatên xwe rastiyan vedibêjin. Ez jî dixwazim dema vegeriyam welatê xwe rastiyan bibêjim. Her şoreş pêdiviyê pê dibîne ku xwe vebêje, bide nasîn. Li Rojava li dijî dijminên mirovahiyê şer heye. Li ser vî esasî wezîfe dikeve ser milê tevahî mirovahiya pêşverû. Li vir dîrokek tê nivisîn û pêwîst e her kes vê dîrokê rast bide nasîn.