Atalan: Civaka Êzidî wefakar e, wê heta dawiyê li Rêberê xwe xwedî derkeve
Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Atalan bal kişand ser greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê û diyar kir, civaka Êzidî perspektîfên Ocalan ji bo xwe gelekî girîng dibîne, lewma wê heta dawiyê xwedî li Rêberê xwe derkeve.
KENDAL MÊRDÎN
BIELEFELD
şemî, 10 rezberê 2016, 09:47
Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Atalan bal kişand ser greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê û diyar kir, civaka Êzidî perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo xwe jiyana xwe gelekî girîng dibîne, lewma wê heta dawiyê xwedî li Rêberê xwe derkeve.
Atalan greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a ji aliyê Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê ve li Strasboûrgê tê meşandin û desteserkirina şaredariyên DBP'ê bi rêya qeyûm, ji ANF'ê re nirxand.
Ji 15'ê Tîrmehê dema darbeyê û vir ve ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mijara sereke ya rojeva Gelê Kurd e. Bi pêşengiya Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê ev demeke li Strasboûrgê greva birçîbûnê tê meşandin. Girîngiya Ocalan ji bo civaka Êzidî çi ye?
Destpêkirina greva birçîbûnê ji aliyê civaka Êzidî li Ewropayê ve, helwesteke dîrokî ye, gelekî rast e, bi xîret e û bi şeref e. Ji ber ku ev yek beriya her kesî ji aliyê Kurdên Êzidî ve hatiye destpêkirin, xwedî wate û girîngiyeke gelekî mezin e. Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan çima ji bo civaka Êzidî girîng e? Di felsefe, dîtin, raman û xebatên 40 salan ên Birêz Ocalan de, ji bo pêşeroja civaka Êzidî û tevahiya Kurdan perspektîfên girîng hene. Bêguman civaka Êzidî li gorî esalet û çanda xwe wê xwedî lê derkeve. Civaka Êzidî civakeke wefakar e. Kesê jê re başiyê bike, helwest û dîtinê wî baş be, ti carî wî ji bîr nake. Di dîroka civaka Êzidî de ev taybetmendî her tim heye. Wekî din, jiyaneke azad û serfiraz a civaka Êzidî li ser xaka xwe, bi felsefeya Birêz Ocalan pêkan e. Civaka Êzidî vê baş dizane. Birêz Ocalan qîmeteke mezin dide civaka Êzidî, ku çand, ziman û dîroka gelê Kurd di cewherê xwe de parastiye û gihandiye roja îro. Ev yek jî ji bîra Kurdên Êzidî naçe. Ji ber vê yekê çalakiya greva birçîbûnê ji aliyê civaka me ve li Strasboûrgê hatiye destpêkirin, pîroz e û watedar e. Em wan pîroz dikin û silav dikin. Em dibêjin heta encam bê standin, divê ev çalakî berfirehtir bibe. Em bang li gelê xwe dikin, bi taybetî Kurdên Êzidî dikin ku bi rengekî berfireh û bi hêztir xwedî li Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan derkevin. Û piştgiriya xwe ya ji bo çalakgeran zêdetir bike.
Mijareke din ku gelê Kurd yekser eleqedar dike, wezîfedarkirina qeyûman li şaredariyên DBP'yî ye. Jixwe AKP'ê li hin navçeyên Kurdistanê di vî warî de ketiye nava hewldanan. Gelo pêvajo ber bi kû ve diçe?
Em mijara qeyûmê, dikarin weke kûrkirina qirkirina siyasî û berfirehkirina şerê li dijî Kurdan bi nav bikin. Ev yek işareta niyeta neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Ji aliyê demokrasiyê ve nayê fêhmkirin, nayê îzahkirin û nayê qebûlkirin. Bi rêjeya ji sedî 70, 80, 90 ê dengan Hevşaredar, Meclîsên Şaredariyan hatine hilbijartin. Bi qeyûm re, karmendê dewletê dikeve dewsa kesên hatine hilbijartin. Yanî tu wê Meclîsê, wê îradeya gel ji nedîtî tê, tu nabîne, înkar dike. Tu yê bi dilê xwe, bi kêfa xwe, yê weke te tu dixe dewsa yê hatiye hilbijartin. Ev ji aliyê perspektîfa demokrasiyê ve nayê qebûlkirin. Ji aliyê siyasî ve; tevî înkar, qetilkirin û xerakirina bajaran, tu radibe îradeya vî gelî jî qebûl nake. Ji aliyê siyasî ve jî ev delaleta felaketê ye. Helwesteke gelek xetere ye, gelekî nebaş e.
Helwesta we li dijî qeyûm wê çi be. Hûn ê çi bikin?
Ev tiştekî xwezayî ye, ku kesek îradeya min, hebûna min, çanda min, zimanê min, partiya min qebûl neke, hurmetê ji min re negire û bi şêwazê darbeyê di dewsa îradeya min a siyasî de memûrê xwe bi cih bike, divê em weke gel bi ti awayî vê qebûl nekin, vê nas nekin. Em çawa qebûl nekin? Di destpêkê de divê em bi şêwazê demokratîk nerazîbûna xwe nîşan bidin. Û piştre em ti karê xwe yê burokratîk bi rêya wan nedin çêkirin. Yanî em wê felç bikin, em nehêlin ev amûra dîktatorî û zalimane bê bikaranîn. Gava gelê me, em hemû bi hev re, bi şêwazeke yekgirtî em nedin karkirin, em bêfonksiyon bihêlin, wê di hukmê me de qet derbas nebe. Yanî di nazara me de, di çavê me de, di jiyana me de wê cihê nûnerê AKP'ê tine be.