Li Hannoverê bîranîna gerîla: Wê meşaleyên wan venemire!

Kurdistaniyên li Hannoverê gerîlayên HPG’ê Lecvan Mûnzûr û Çekdar Botan bi bîr anîn.

Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Hannover ê Elmanyayê, gerîlayên HPG’ê Lecvan Mûnzûr û Çekdar Botan ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn.

Aktîvîteya bîranînê ya ji hêla Ciwanên Azad û Malbatên Şehîdan hate organîzekirin, bi rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşê destpê kir.

Piştî rêzgirtinê, li ser navê Ciwanên Azad axaftin hate kirin. Hate destnîşankirin ku wê ciwanên Kurd ên welatparêz nehêlin meşaleya azadiyê ya Lecvan Mûnzûr (Adil Sunger) vemire.

Her wiha li ser navê malbat, NAV-DEM, Meclîsa Jinê ya Ronahî axaftin hatin kirin.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.