Li Sîlîvriyê li ser 2 rojnamevanan tecrîda OHAL’ê didome
Di tecrîda OHAL’ê de ku li ser rojnamevan Bîlîr Zana Kaya û Înan Kizilkaya yên li Girtîgeha Nimre 9 a Sîlîvriyê tên ragirtin tê meşandin, bi rojan e ti guhertin nîne.
Di tecrîda OHAL’ê de ku li ser rojnamevan Bîlîr Zana Kaya û Înan Kizilkaya yên li Girtîgeha Nimre 9 a Sîlîvriyê tên ragirtin tê meşandin, bi rojan e ti guhertin nîne.
Ji rojnamevanan re rojname, pirtûk, kovar, televîzyon û radyo qedexe ne. Ti pirtûkên ku malbat tînin nagirtin girtîgehê, pirtûkên ku rojnamevanan ji pirtûkxaneya girtîgehê xwestine jî ev hefteyek e negihiştine wan.
Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Zana Bîlîr Kaya û Gerînendeyê Nivîsa Giştî Înan Kizilkaya, di serdegirtina polîsên Tirk a 16’ê Tebaxê de ku li ser avahiya Taksîmê ya avahiya rojnameyê pêk hatibû, bi 22 hevalên xwe yên xebatê re bi derbkirinê hatibûn binçavkirin.
22 rojnamevan piştî 2 rojan li dozgeriya ku bi îdîaya “Li dijî polîsan mûqawemet kirine” dihatin tewanbarkirin hatin berdan, Kaya û Kizilkaya jî piştî binçavkirina 6 rojan sewqî Edliyeya Stenbolê hatibûn kirin. Her du rojnamevan bi îdîayên “endamên rêxistinê ne”, “propagandaya rêxistinê kirine” û “yekparebûn û yekbûna dewletê xira kirine” hatin girtin û şandin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa R a Metrîsê.
Du rojnamevanên ku ji vir şandin Girtîgeha Nimre 5 a Sîlîvriyê, 31’ê Tebaxê jî sewqî Girtîgeha Nimre 9 a Sîlîvriyê hatin kirin.
Bi rojan e ku di şertên girtîgehe de ti guherîn ji bo rojnamevanan nîne, tecrîda OHAL’ê didome.
Bira Mûsa Kaya dema ji bo hevdîtinê çû, pirtûka Gramscî ya Lênûsên Girtîgehê, ya Bejnamîn Franklîn Pasaj, ya John Berger Şêweyên Dîtinê û ya Antonî Negrî Împaratortî û her wiha rojname bir.
Lê, îdareya girtîgehê got, “ji derve anîna pirtûk, kovar, rojnameyan qedexe ye” û pirtûk negirtin. Her wiha hate gotin ku wê kovar, rojname û pirtûkên ku bi kargoyan bişînin jî negirtin.
JI PIRTÛKXANEYA GIRTÎGEHÊ JÎ PIRTÛK NEDAN
Rojnamevanan ji pirtûkxaneya girtîgehê pirtûk xwestin. Lê pirtûkên ku beriya hefteyekê hatine xwestin hê nedane rojnamevanan.
Her du rojnamevan ji roja ku hatine girtin heta niha cara yekem pêr rûyê rojnameyê dîtine. Gardiyanan rojnameya Hurriyetê ji wan re anî. Kaya û Kizilkaya li şûna Hurriyetê, xwestin rojnameyên Cûmhûriyet û Evrenselê bidin wan. Vê carê jî gotin, “Her du rojname nakevin Nimre 9’an.”
Du rojnamevanên ku mafê wan ê derketina hewşê hatiye xespkirin, qadên hevpar jî li wan hatine qedexekirin. Ji bilî rojname û kovarê, qedexeya televîzyon û radyoyê jî didome.