Kurdên li Adigey ji bo Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin
Çalakiyên greva birçîbûnê ji bo Ocalan berfireh dibin. Kurdên ku li Federasyona Rusyayê dijîn jî îro dest bi greva birçîbûnê kirin.
ANF
ADIGEY
şemî, 10 rezberê 2016, 14:11
Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigey a Federasyona Rusyayê, ji bo Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakî bi dirûşmeya “Ji Serok Apo Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statu” bi 25 kesan ve li avahiya otonomiyê bi pêşengiya Otonomiya Çanda Kurd û Jinên Kurd ve berdewam dike.
‘JI BO REBER APO EM SEFERBER BIBIN’
Serokê Otonomiya Adigey Feyzo Huseyîn di çalakiyê de axivî û diyar kir ku Kurd tenê grevên birçîbûnê ji bo xwe têrker nabînin û wiha axaftina xwe berdewam kir : “Em destpêkê daxwaza lezgîn ji bo çûyîna heyetekî li îmraliyê dikin. Armanca me ya esasî jî Azadiya Reber Apo û statuya ji bo Kurdistanê ye. Mijara girîng Reber Apo ye. Ji îro û şûn de çalakiyên ku ji aliyê Kurden ve bên kirin meşrû ne. Em ê çalakiya xwe bi hêztir û dewlementir bidomînin.”
‘EM AZADIYA REBER APO DIXWAZIN’
Çalakvanan jî metirsiya xwe der barê jiyana Ocalan anîn ser ziman û wiha gotin: “Em tenê daxwaz dikin ku agahî ji Reber Apo bê girtin. Em wek gelê Kurd edî daxwaza azadiya Reberê xwe dikin. Em naxwazin bi sîstema Îmraliyê re bijîn.”