Cenazeyê Kenan Kerîmo hat veşartin
Cenazeyê endamê Konseya Rêveber a Kongreya Gel a Mezopotamyayê Kenan Kerîmo, ku roja 30'ê Tebaxê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da, hat veşartin.
Cenazeyê endamê Konseya Rêveber a Kongreya Gel a Mezopotamyayê Kenan Kerîmo, ku roja 30'ê Tebaxê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da, hat veşartin.
Cenazeyê endamê Konseya Rêveber a Kongreya Gel a Mezopotamyayê Kenan Kerîmo (Duzgunoglû), ku roja 30'ê Tebaxê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da, pêr li navçeya Sodertalje ya Stockholmê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Di ayîna li Dêra St. Jacob Suryanî-Ortadoks de, pîskopozê Suryanî, papaz, birayê wî Parlamenterê Partiya Karker a Sosyal Demokrat Yilmaz Kerîmo û birazê-xwarziyên wî amade bûn. Di axaftinên li vê derê de qala jiyana Kenan Kerîmo, têkoşîna wî ya ji bo yekîtiya gelê Suryanî, parastin nirx, çand û axa xwe û piştgiriya wî ya ji bo gelên bindest hat kirin.
Kenan Kerîmo, ku di destpêka sala 1948'an de li navçeya Midyat a Mêrdînê ji dayik bû, dibistana seretayî li Midyatê, ya navîn li Edeneyê û lîse jî Elezîzê xwend.
Kerîmo ku lîstikvanekî baş ê futbolê bû, di nava Elazigsporê de cih digirt, lê belê ji ber ku ji etnîkeke cuda bû her tim di hedefa nîjadperest û faşîstan de bû. Kerîmo ji ber êrîşên komeke faşîst birîndar bû û di vê demê de Tevgera Sosyalîst a Tirkiyeyê nas kir.
Dema li Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê beşa endezyariya înşaetê dixwend, berpirsyariya Tirkiyeyê ya Rêxistina Demokratîk a Asûriyan girt ser xwe. Di vê demê de bi ciwanên din ên Suryanî re komeleyek ava kir, xebatên çand, spor, civakî meşand û hewl da hişmendiya neteweyî di nava Suryaniyan de bafirîne. Carna çû Tûrabdîn û bi vê armancê têkilî bi ciwanan re danî.
Kerîmo ku li Tûrabdînê bi Kurd, bawermendên Êzidî, Mihemlmî û Ereban re têkilî danî, biratiya gelan û têkoşîna hevpar parast. Li ber koçkirina gelê Suryanî ji xaka xwe, rabû.
Kerîmo di salên 1980'î de li Stenbolê karê muteahîtiyê kir û têkiliya xwe ya bi Suryanî û gelên din ên li Tûrabdîn dewam kir. Di sala 1994'an de li Swêdê bi cih bû û pîşeyê xwe yê berê dewam kir. Di heman demê de têkiliyeke germ û xurt bi Suryanî, Kurd, Elewî û Êzidiyên li dîasporayê danî.
PÊŞENGÎ JI AVABÛNA HDK'Ê RE KIR
Kerîmo tevî yek ji pêşengên xwendekarên nifşê 68'an Mehmet Yucel re, pêşengî ji avakirina Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li Swêdê kir. Bi coşeke mezin tevlî karê HDK'ê bû. Di heman demê e endamê Konseya Rêveber a Kongreya Gel a Mezopotamyayê bû û li ser navê kongreyê beşdarî gelek civînan bû.
Her tim piştgirî da Tevgera Azadiyê ya Kurd û Tevgera Sosyalîst a Tirkiyeyê.
Ji ber taybetmendiya xwe ya dilnizm û têgihiştî, ne tenê di nava gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî, di heman demê de di nava gelên Kurd, Tirk, Êzidî, Çerkes, Ereb, Îranî û Elewî de bi rêzdarî hat dîtin.
Dostên wî yên Kurd, Tirk, Ereb, Çerkes û Elewî, di rêwîtiya dawî de pê re bûn.