Ji Alp Çetîner ê girtî re qedexeya pirtûkan

Tecrîda pirtûkan a li ser doktorê girtîgehê Alp Çetîner ku dema destwerdana îsyana li Girtîgeha Bakirkoyê bi hinceta ku girtiyan şûşeyên pet navêtinê hate girtin, didome.

Romanên ku hevjîna Çetîner Ayşen Çetîner birin girtîgehê, nehatin wergirtin. Îdareya girtîgehê ti hincet nîşan nedan, tenê hate gotin ku “qedexe ye.”

4 romanên ku malbatê berê anîbûn jî piştî 25 rojan gihiştin doktor Çetîner.

Ayşen Çetîner got hevjînê wê di şertên nebaş de tê ragirtin, wiha axivî; “Pir westiyayî dixuya. Li atmosferek bêtendurist tê girtin.”

Çetîner diyar kir ku hevjînê wê herî zêde bi kêmahiya pirtûkan dihese, got; “Pir hez dike ku romanan bixwîne. Daxwaza wî ya herî girîng jî ew e ku ev qedexeya pirtûkan bê bidawîkirin.”

Doktorê girtîgehê Alp Çetîner piştî îsyana meha Tîrmehê ya li Girtîgeha Sergirtî ya Jinê ya Bakirkoyê bi 3 xebatkarên girtîgehê re bi îdîaya “endamê rêxistina DHKP/C û FETO ye” hatibûn girtin.

Wek hincet jî îdîaya ku “dema destwerdana îsyanê, girtiye şûşeyên pet davêtin gardiyanan, lê navêtin doktor Çetîner” hate nîşandan. Her wiha têkîliyên “doktor-nexweş” û teşta ku daye nexweşekî penceşêrê jî wek “delîlên” endamtiya rêxistinê hate hesibandin.