Li Norwecê tecrîd hate protestokirin

Li bajarên Oslo û Bergen ên Norwece tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.

Kurd û dostên wan ên li ber parlamentoya Norwecê li hev civiyan, dirûşmeyên Norwecî berz kirin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin. Girseyê polîtîkayên qetlîamê yên ku hikûmeta AKP’ê li Kurdistanê dike, lenet kir.

Di çalakiyê de ku Ciwanên Kurd (UNGKURD) organîze kir û Koma Piştevaniya Kurdistanê jî destek dayê, bi Norwecî gotin, “Ji Ocalan Re Azadî”, “Qatil Erdogan”.

Li ser navê Koma Piştevaniya Kurdistanê Seher Aydar axivî, diyar kir ku hikûmeta AKP’ê li dijî gelê Kurd şerekî topyekun daye destpêkirin. Aydar destnîşan kir ku eger dewleta Tirk şerekî topyekun îlan kiribe wê demê pêwîst e dike ku ew jî bikevin nav berxwedanek topyekun.

Kurd û dostên wan ên li Norwecê heta ku agahiyekê ji Ocalan bigirin wê her roja Înê çalakiyê li dar bixin. Ji bilî paytext Osloyê, li bajarên Bergen, Fredrîkstad jî çalakiyên destekkirina Ocalan û protestokirina hikûmeta AKP’ê tên lidarxistin.