AKP/Qesrê start da siyaseta salane ya komir-meqerneyê
Siyaseta komir-meqerneyê ya ku her sal van deman ji hêla AKP/Qesrê dikeve meriyetê, dîsa dest pê dike.
Siyaseta komir-meqerneyê ya ku her sal van deman ji hêla AKP/Qesrê dikeve meriyetê, dîsa dest pê dike.
Li Tirkiyeyê di encama polîtîkayên şer û rantê yên rejîma AKP/Qesrê de bêkarî û feqîrî gihiştiye lûtkeyê, nayê zanîn ku alîkariyê di bin navê qaşo partî de ji xizneya dewletê tê girtin diçe kû, bi derfetên dewletê ve AKP’ê dest bi belavkirina komir û meqerneyê kir . Qaşo alîkariya komir-meqerneyê ya li Riha û navçeyên wên tên kirin, dîsa radixe ber çavan ku bê ka armanca vê alîkariya digihêje hilbijêrên AKP’ê û çavên kesên din nabîne ji ber çi pêk tê.
Qaşo alîkariya meqerne-komirê ya di çarçoveya berjewendiyên AKP’ê tê belavkirin, ji hêla Saziya Ewlehiya Civakî û amirên mulkî yên dewletê û her wiha ji hêla kesên ku di rêxistina AKP’ê ya bajar û navçeyan de cih digirin organîze dikin ku bê ka wê bidin kê. Ev tabloya ku her sal xwe dide der, nîşan dide ku bê AKP/Qesr çawa derfetên dewletê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne.
SIYASETA KOMIRÊ BI AKP’Ê RE KET DEWRÊ
Serlêdanên sempatîzan û endamên partiyên din ên ku dixwazin ji komira tê belavkirin sûdê werbigirin, bi ti awayî nayê qebûlkirin. Ji komir û meqerneya ku di bin navê qaşo alîkariyê de tê belavkirin, tenê alîgirên AKP’ê fêdeyê dibîne û ev jî dibe wesîle ku polîtîkayên yekperest û mefaatperest bêne dîtin.
Ji ber komira ku ji xizneya dewletê bol bol hatiye kirîn, AKP bi rêka wezîrên xwe her sal di bankayên taybet de ji “Türkiye Kömür İşletmeleri (TKÎ)” re krediyan vedike, atmosfera kaosê ya ku bi polîtîkayên xwe yên li ser rant û berjewendiyan welat ajotiye nav, her ku diçe xirabtir dike.
SIYASETA KOMIR-MEQERNEYÊ ASAYÎ BÛYE
Alîkariyên ku li welatên bi îdîaya dewleta sosyal dikevin rê tên belavkirin, cihêtiyê naxe mabeyna cudatiyên bawerî û nêrînan. Lê, yên di bin hegomanya AKP/Qesrê de tenê ji bo AKP’iyan tên kirin, ji polîtîkayên herî eşkere ne ku rastiya AKP/Qesrê didin ber çavan. AKP/Qesr ya her sal 2 mîlyon ton komirê li hilbijêrên xwe belav dike, bi nixumandina qetlîamên madenê yên li Soma û Ermenekê, bi redkirina pêşnûmeyên ji bo lêkolînê ve nîşan dide ku bê ranta ji komirê bi dest dixe çiqasî mezin e. Rejîma AKP/Qesrê ya ku bi belavkirina komira bêkalîte û di malan de bikaranîna wê ne guncav e, heta îro hilbijêrên xwe di destê xwe de girtin, siyaseta xwe ya her sal îsal jî daye destpêkirin.