Li Moskovayê jî wê Kurd bikevin greva biçîbûnê
Her roja ku diçe çalakiyên greva birçîbûnê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde dibin. Pîştî herêma Adîgey û şûn de Kurdistaniyên ku li Moskovayê jî dijîn wê dest bi greva biçîbûnê bikin.
Her roja ku diçe çalakiyên greva birçîbûnê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde dibin. Pîştî herêma Adîgey û şûn de Kurdistaniyên ku li Moskovayê jî dijîn wê dest bi greva biçîbûnê bikin.
Rêveberên saziyên Kurd û Kurdistaniyên ku li Mala Gela ya li Moskovayê kom bûn, bi dirûşma “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re statû” biryar dan ku wê dest bi greva birçîbûnê bikin.
Civîna ku bi rêzgirtinê destpêkir, siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar axivî û diyar kir ku ew tecrîda girankirî ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê mehkûm kirin qebûl nakin û wiha got: “Di demekî ku li çar parçeyên Kurdistanê ber bi azadiyê ve dimeşin, esareta li ser Rêber Apo nayê qebûlkirin.” Cotkar binî xetkiri ku di serî de li Bakûrê Kurdistnê û Rojava hem gel û hem gerîla berxwedekî destanwerî nîşan didin, hemû gelê Kurd û dostên wan daxwaza Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin, divê li dora çalakiya greva biçîbûnê hemû gelê Kurd têkoşîna xwe bi her awayî mezin û bilind bike.
Çalakiya gireva birçîbûnê ya ku wê li Mala Gel bê destpêkirin hat diyarkirin ku sibehê di saetên danê nîvroyê de wê bi daxuyaniykê bê ragihandin.