NAV-DEM: Divê gelê me bi lezgînî biherike Strasboûrgê
NAV-DEM’ê ji bo xwedîderketina berxwedêrên Greva Birçîbûnê ya li Strasboûrgê bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku bi lezgînî biçin cihê çalakiyê.
NAV-DEM’ê ji bo xwedîderketina berxwedêrên Greva Birçîbûnê ya li Strasboûrgê bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku bi lezgînî biçin cihê çalakiyê.
Piştî destwerdana polîsan a li ser çalakvanên greva birçîbûn ku bi daxwaza agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê girtin zêdetirî 2 hefteyan e li Strasboûrgê didome, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Elmanyayê (NAV-DEM) bangek lezgîn kir.
Di daxuyaniyê de bang li Meclîsên Navenda Civaka Demokratîk yên li bajarên nêzî Strasboûrgê, tevahî Kurdên endamên van, tevahî Kurdistanî û dostên wan hate kirin ku ji bo xwedîderketina çalakvanan bi lezgînî biçin cihê çalakiyê.
NAV-DEM’ê fikarên têkîldarî Ocalan careke din bi bîr xist û ji meclîsên Navenda Civaka Demokratîk xwest ku heta agahiyek zelal ji Ocalan bê girtin bikevin nav çalakiyan.