Ev rewş, piştî ku Cerablûs ji aliyê dewleta Tirk û komên wê yên çete ve hat dagirkirin, careke din bi zelalî derket holê.
Di şerê navxweyî yê li Sûriyeyê de, komên çete DAIŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam, Tûgaya Sûltan Mûrat, Ehrar Sûriye, Cephet El Şamiye, Ceyş El Îslam bi zorê zarokan dişîne refên herî pêş û bi xwîn ên şerê xwe.
Ev komên çete, zarokan di emrekî biçûk de perwerde dikin û ne tenê li refên pêş didin şerkirin, bi giranî weke weke çalakgerên xwekuj bi kar tînin. Di çalakiyên xwekujî de, ku demên dawî li welatên Afganîstan, Iraq, Çeçenîstan, Pakîstan, Nîjerya, Kamerûn, Komara Afrîka Navîn û Sûriyeyê zêde bûn, komên çete yên Îslamî bi dehan zarok bi kar anîn.
Di şerê navxweyî yê Sûrriyeyê de, bi sed hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan, bi mîlyonan mirov neçar man cih û warên xwe biterikînin. Lê belê aliyê herî nebaş ê vî şerî jî şikestina xeyn, xeyal û hêviyên zarokan e.
Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de, komên çete DAIŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam, Tûgaya Sûltan Mûrat, Ehrar Sûriye, Cephet El Şamiye, Ceyş El Îslam ên pişta xwe dispêrin dewleta Tirk, zarokan bi zorê didin şerkirin.
ÇETEYÊN DAIŞ'Ê ARTÊŞEK JI ZAROKAN AVA KIR
Li gorî agahiyên me ji şervan û fermandarên YPG/YPJ'ê bi dest xistin û li gorî raporên navneteweyî, çeteyên DAIŞ'ê artêşeke biçûk a ji zarokan ava kiriye.
Çeteyên DAIŞ'ê di destpêkê de zarokan hînî bikaranîna çeka bi tîpa AK-47 (Kalaşnîkov) dikin. Di vê perwerdeyê de, ku ji zarokan re tê dayîn; serjêkirin, înfaz, pêlewanî, berxwedêrî, îrade, êrîşên xwekujî hene.
Çeteyên DAIŞ'ê ne tenê perwerdeya teorîk dide zarokan. Dİ heman demê de sivîl, leşkerên rejîmê, pêşmerge û çeteyên ji komên din ên di şer de revandine, weke ajan binav dikin û bi van zarokan didin înfazkirin.
Bi vî awayî hem kuştinê bi zarokan didin pejirandin, hem jî DAIŞ, Tûgaya Sûltan Mûrat, Cephet El Nûsra bi dîmenên van înfazan propagandayê dikin.
LI SER BINGEHA ETNÎKÎ, OLÎ Û MEZHEBÎ, TOVÊN NEFRETÊ LI NAVA GELAN TÊN ÇANDIN
Komên çete DAIŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam, Tûgaya Sûltan Mûrat, Ehrar Sûriye, Cephet El Şamiye, Ceyş El Îslam û welatên DYA, Tirkiye, Qatar, Erebîstana Siûdî yên welat dane van koman, desteka leşkerî, lojîstîk û perwerdeyê didin van çeteyan, bi salan e tovên nefretê li Rojhilata Navîn diçînin.
Zarok û ciwan tevlî şer tên kirin û zarok li ser bingeha etnîkî, olî û mezhebî tên şerkirin. Ev rewş wê piştî çend salan civakên welê bafirîne, ku ji hev nefretê dikin û kes ê nikaribe pêşî li vê nefretê bigire. Ji ber şert û mercên li Sûriyeyê, xebateke zanistî ya li ser zarokên li vî welatî şer dikin, nehatiye meşandin.
Li gorî lêkolînên li ser zarokên şervan hatine kirin, sedema mirina zarokên li eniya şer ne tenê şer, fîşek, bombe yan jî mayîn e. Birçîbûn û nexweşî jî herî kêm bi qasî fîşek û bombeyan zarokan dikujin.
RÊXISTINA ŞOPANDINA MAFÊN MIROVAN: LI CÎHANÊ 200-350 HEZAR ZAROKÊN ŞERVAN HENE
Li gorî malpera Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan, di Tîrmeha 2007'an de hat tespîtkirin ku li gelemperiya cîhanê li zêdeyî bîst welatan, zarok yekser di nava şer de ne.
Li gorî texmînên vê rêxistinê, li gelemperiya cîhanê 200.000 heta 350.000 zarok weke şervan di nava şer de cih digirin.
Li gorî protokola destpêkê ya Peymana Cenevreyê, zarokên 15 saliya xwe temam kirine, dikarin bibin çavdêr, agahîdar û bi vî rengî bi dildarî dikarin xizmetê bikin.
TARÎTIYA DAIŞ'Ê, KU JI PITIKAN KUJER DAFIRÎNE
Li Sûriye û Iraqê, çeteyên DAIŞ, Tûgaya Sûltan Mûrat, Cephet El Nûsra, Ehrar El Şam ku li qadeke berfireh bi bandor in, gelek zarokan weke çete perwerde dikin. Emrê van zarokan jî di navbera 7 û 15 salî de ye.
Par ji CNN International Arwa Damon bi zarokekî 15 salî yê tevlî nava çeteyên DAIŞ'ê bû re axivîbû. Zarok berî demeke kurt tevî bavê xwe vegeriyabû Tirkiyeyê û pêkanînên hovane yên çeteyên DAIŞ'ê eşkere kiribû.
Vî zarokê rûyê xwe pêça, endamekî DAIŞ'ê bû û bi navê Yasir dihat naskirin. Li bedena vî çeteyê zarok, kembera teqemeniyê, li milê wî jî çeka AK-47 hebû. Çeteyê zarok ê bi navê Yasir gotibû, beriya tevlî çeteyên DAIŞ'ê bibe tevî bavê xwe beşdarî nava çeteyên El Nûsra bûne, piştî ku herêma lê bûn ket destê çeteyên DAIŞ'ê wan ref guherandin û tevlî çeteyên DAIŞ'ê bûn.
Çeteyên DAIŞ'ê di wê demê de hin dîmen diweşand û nîşanî tevahiya cîhanê dida ku ew zarokên çete perwerde dikin. Di van dîmenan de dihat dîtin, ku zarokên 10-15 salî yên kincên reş li wan hatibûn kirin, ji aliyê çeteyên mezin ve ji aliyê lêdanê ve dihatin perwerdekirin. Her wiha perwerdeya çekdarî ya ji bo zarokan dihat nîşandan.
ŞERÊ SÛRIYEYÊ ÇETEYÊN ZAROK AFIRAND
Roj bi roj bêhtir eşkere dibe ku şerê Sûriyeyê tevî penaberkirina zarokan, her wiha çeteyên ji zarokan pêk tê, afirandiye.
Di rapora Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) de hat ragihandin, di nava şerê 6 salan de 2.5 mîlyon zarok koçber bûne û gelek zarokan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha gelek zarok hê di 7 saliya xwe de tevlî şer hatine kirin.